Di şevekê de xalxalok firiya
Sibehê, dunya pir xweş, bêdeng û aram bû, her tişt li gor xweşiya xwezaya jiyanê bû. Lewma xweza bi her zindiyên li ser vê axê pir kêfxweş û dil şad bû. Sibehê bi derdê xwe dizanî bi her liyên xwe ji xwe ne razî bû tenê li benda aramiya şebê bû. Heta bi baher û bahozên welatê min be jî li benda tenîtiya şevê ma. Pê re hêdî hêdî aramî û bêdengiya şevê hat xwe spast bextê tariyê. Îşev, şeveke xweş, kelegirî, şewirî û bi aramî li ser tenişta vê zemînê bendewarê hêviyê ye, bendewarê xem, kul, êş û azara serpêhatiya xemên borî ye. Belê em niha li gel xalxaloka delal in, di şeva xwe de li xwe û li jiyanê digere. Her dem, her şev û di her şevên xwe de bi ser û li jiyana hawirdora xwe difikir, diponijî, digrî û dikenî da ku bihêje ew hêviya xwe ku çima ez jiyan dikim? Ji bo çi jiyan dikim? Û divê ji bi jiyanê çi bikim. Xalkaloka delal û biçûk her nanokî di nava serê wê de direqisîn. Ew bi her du xwîşkên xwe re di nav daristaneke biçûk de bedew de jiyan dikirin, tişta herî xweş jî ew di her şevên xwe de bi dê û bavê xwe sre şa dibû bi rûkeniya û lerzokiya xweşkiya xwe daristan xemilandibû. Lê di wê daristanê de gelek lawirên kovî hebûn nedihîtin ku xalxalok bi azadî jiyan bike. Hîn biçûk, jîr û jêhatî bû, hîn nû çavên xwe li jiyan mist didan. Lewma jî bi biçûkaniya xwe cîhaneke xeyalî di nav pêgerên asoya mejiyê xwe de veşartî bû. Her dem ew hezkiriyê jiyana çand û kurdewaiyê bû dixwest hîn hêhtir çand û kevneşoiyê daristanên welatê xwe nas bike. Belê, wê şevê xalxalokê dixwest bifire .. bifire da ku bi xeyalên firîna xwe ya ku bi bedewiya rojê re bûye yek bike derbirîna hemû zindiyên li ser vê axê. Her çiqas xalxalok li gel wê daristanê cihekî xwe yê taybet hebû, ku hemû zindiyê li wir pê kêfxweş û serbilind bûn lê dîsa ji bûyî wê kêm bû dixwest ku bifire. Dema ku xalxalok li daristanê bûya bi kenê xwe, lêstûka xwe, bi liv û tevgera xwe her dem li hawirdora xwe bi kêfxweşî û dilşadî dida nîşan dan. Bi nermahiya destên xwe porê dayîka xwe li ser rûyê wê radikir û carinan xwe di nava keziyên dayîka xwe de vedişart, tu carî nedixwest xiyanetê bi zaroketiya xwe re bike yek ji hezkirina bav û dayîka xwe dûr bediket.
Belê, ew şev hat, hûn dizanin çima ew şev hat? Êdî xalxalok dixwaze çenteya rêjiyana xwe ya ku ji wê girantir e li baskên xwe bike û bifite. Lê dayîha wê dizanî ku hîna baskên wê biçûk e, ew keta ku mezin nebe nikare bifire. Di wê êvara ku ber bi şevê be hildiperikî ewrekî reş ku girî jê nedihat hêdî hêdî pêlên xwe li ser wê daristanê firehtir kir, êdî her tişt bê deng û aram ma. Îşev şeva xatirxewestinê ye, şeva pelekî nû li zêdekirina rûpelên xalxalokê ye, şeva bedengiyê ye, şeva nîşana rastiya veşartî ye.
Xalxalok bi baskên xwe yên hûrik ber bi dara sipîndarê ve hilpeikand, belê ew dar pir bilind bû, xalxalokê bi zor û zehmetiyan heya ku gihêşte bilindahiya serê wê darê gelek westiya û hilkehil pê diket û dengê tiketika dilê wê dihat. Dema ku gihêşte bilindahiya wê darê dît ku hucreyekî herî biçûk ... biçûk di nava cîhanê de ye. Barekî pir giran li piştê ye, dizane ku hîn biçûk e lê dixwaze ku di biçûkaniya xwe de bifire, dizanî bû ku wê dayîka xwe li pey bigrî. Ew fikirî ku ew ê çawa hêsirên li ser çavên dayîka xwe paqij bike lê nekarî, dizanî bû ku wê li şûna ken û tevgera wê, wê bêdengî û aranî hebe. Xwest ku berî firîna axwe dayîka xwe hembêz bike û bi têrtijiyekê çavên wê bi dil û canê xwe ramûse, bigrî û bêhneke dawî ji porê wê bêhn bike, lê nekarî. Gelo çima nekarî, ji bi çi, çima?
Vê re barakeke hûr bi ser dêmên wê de bariya. Asîmana bedew sîng û berê xwe ji xalxaloka bedew re vekir da ku bi xeyalên xwe yên têr tijî wê hembêz bike û tevlî rastiya hêviyên veşartî bike. Di nîveka şevê de ew kêlî jî hat, ew tarî hat, xeyalên veşartî, aramiya kelegirî hat, dema bê xartirxwestina bi êş hat. Ew ne êş e, ew melhema birîna êşên wê ye, melhema kêfxweşî û serbilindiya wê ye. Xalxaloka delal, biçûk û porsorik ku li dêmên wê duqnikên reşkiya çavan lê ye hilkişiya ser çimela her jor bi zor û zehmetiya ku heta bask li pişta xwe rakişand bey ku li paş xwe binêre, beyî ku bigrî, bikene, biqîre û hawar bike. Lê na na ... na ew hinekî bi xwexweşoka barana hûr re keniya. Lê we ew kena wê nedît bi kêfxweşia kelegirî dikeniya. Lê we ew ken nedît, hûnê lerzokiya kena wê di pêşeroja wê de bibînin û kena wê di her dilê zarokekî kurd de hîs bikin berî ku bifire bi rojekê ji hevalên xwe yên dibistanê re wisa gotibû:'' Ez ê nehêlim ku zarokên welatê min bigrîn, ez ê wan fêrî firînê bikim da ku wekî min heyîrî û bê çare nemînin'' bi vî awayî xalaxoka sorik, xweşik bû bedewiya xemla jiyanê.
Baraneke tîj dest pê kir ew firiya .. firiya ... firiya çû li ezmana wenda bû.[1]