di sala 1992 li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vekir. Ehmed xwendina xwe heta zanîngehê dewamkiribû. Malbata Ehmed ya welatparêz bandorek berçav li ser kesayeta wî kiribû, ew di sala 2012 tevlî xebatên ciwanan bû û li wir cihê xwe di nava ragihandinê de girt. Bi bandorbûna şehadeta rêhevalê xwe Ehmed di bihara 2014 beşdarê YPG bû û dîsan erkên xwe di ragihandin û çapemeniyê de girt.
Ji Şengal û Rebîa heta Til Koçer şehîd Mazlûm di qada ragihandinê de tekoşînek bilind li pey xwe hişt û xeta rojnamevaniya azad ji me re nîşan da. Şehîd Mazlûm bi sekn û fedakariya xwe mînakek bû ji rastiya têkoşîna ku ji bo şoreşê pêwîste.
Di duyemîn salvegera şehadeta rêheval Mazlûm, em hemû şehîdên ragihandina rastiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Hêz û hêviya ku şehîdên me dane me wê xebatên me ji bo ragihandina şoreşa azadîxwaziya gelên Rojava bêhtir xurt bike.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 4,813 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!