$Kurte Jîyana Yılmaz Guney$
Yılmaz Güney, 1'ê Nîsanê 1937an; li Yenice, Yuregir, li Edene hat dine, 9'ê Îlonê 1984, Parîs, an jî Yılmaz Pûtûn, lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê kî navdar, ya Sînemayê Kurd bû. Bi taybetî, dema piştî filma Çirkin Kıral , ew bi nivîsandina, filmen ku hatiye bi xelat kirin bi nave (Yol) Rê (Sürü) Kêrî, disa Ew bi fîlmên xwe yên wek (Umutsuzlar) Bê Hevî, (Baba) Bav, (Ağıt), (Endişe) ku nivîsandiye û derhênerî kiriye û bi listikvaniya xwe tê naskirin.
Guney bi fîlmên (Bu Vatanin Çocukları) û (Ala Geyik) ku di sala 1959an de derhêneriya wan kir, ket cîhana sînemayê. Yilmaz Guney ji carekê zêdetir bi pirsgirêkên hiqûqî re rû bi rû ma, cara ewil di sala 1961'an de ji ber propagandaya komunîzmê hat girtin û salek û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî wê di sala 1967an de jina bi navê Nebahat Çehre re dizewice û piştî salekê ji hev cuda dibe. Pişre bi Fatoş ve dizewice. Di sala 1971ê de bi hinceta ku endamên Partiya Rizgariya Gel-Eniya Tirkiyê veşartiye 2 sal cezayê girtîgehê û sirgûnê tê birîn. Di sala 1974an de Dadger Sefa Mutlu kuşt û cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Di sala 1981’an de ji girtîgehê reviya dervayê welat.
$Salên destpêkê$
Navê Yilmaz Guney yê rastî Yılmaz Pûtûn e. Li gorî gotina wî, Pût tê wateya tovê fêkiyê hişk ku bi zehmetî tê şikandin. Ew di 1ê Nîsana 1937an de wek yek ji du zarokên malbatêke gundî hatiye dinê. Bavê wî bi eslê xwe (Zaza) Kurdê Dimilî ye, ji gundê Desmanê yê Siwêregê û Dîya wî jî Kurd e ji navçeya Varto ya Mûşê. Li Edeneyê mezin bûye û Edene bûye mijara gelek fîlmên wî.
Demekê wekî nûnerê herêmê yê şîrketên Kemal û And Film li Edeneyê xebitî. Ji bo xwendina zanîngehê çû Stenbolê û Atîf Yilmaz nas kir. Di vê demêde çîrokan jî dinivîse. Paşê bi piştgiriya Atîf Yilmaz dest bi karê sînemayê kir.
Destpêka fîlmê
Yilmaz Guney him senaryoya fîlmên (Bu Vatanın Çocukları) û (Ala Geyik) ku di sala 1959 de derhêneriya wê Atîf Yilmaz kiribû dinivîse, hem jî di fîlman de cîh digire û dilîze. Her wiha di, fîlma (Karacaoğlan`nin Karasevdasi) de wek alîkarê derhêner dixebite. Yilmaz Guney ku ji bo kovarên wekî (Yeni Ufuklar) û (On Üç) jî çîrokan dinivîse, ji ber ku di çîrokeke xwe de propagandaya komunîzmê kiriye hat darizandin û di sala 1961'an de salek û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Yilmaz Guney piştî du salan ji cihê ku lê hiştibû dîsa dest bi karê Sînemayê kir, wê demê bi piranî fîlmên serpêhatî dikişîne. Di fîlmên wî de (Xortê Anatoliyê) yê bindest heye ku li dijî desthilatdariyê serî hildide. Di vê serdemê de, Ev bi nave Çirkin Qiral te naskirin. Di vê serdemê de ya herî girîng fîlma (Qanûna Sînoran) e ku derhêner û nivîsandina wê Lütfü Akad e. Yilmaz Guney ê ku di vê demê de lîstikvaniya xwe pêş xist, têgihiştina xwe ya li ser lîstikvaniya sade di vê serdemê de ava kiriye.
$Salên girtîgeh û revîyayî$
Yilmaz Guney bi hinceta ku endamên Partiya Rizgariya Gel-Eniya Tirkiyê, veşartiye, 2 sal cezayê girtîgehê û sirgûnê hat mehkûmkirin. Yilmaz Guney di dema rûniştina xwe de derbarê sînema û hunerê de fikrên xwe wiha anîye ziman; Helbest û çîrokên xwe di kovara Guney de ku, wê demê dest bi weşana xwe kiribû, weşand. Di sala 1974an de ji girtîgehê derket. Yilmaz Guney ku zêdeyî 2 salan di girtîgehê de ma, di heman salê de fîlmê Arkadas kişand. Di heman salê de dema ku fîlmê Endişe dikişand, li taxa Yumurtalikê di Qasinoyekê de Dadgerê navçeyê Sefa Mutlu kuşt û hat girtin. Di 13'ê Tîrmeha 1976'an de di encama dozên ku di 25'ê cotmehê de, 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kiribû de 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Piştî ku 5 sal di girtîgehê de ma, di 9'ê Cotmeha 1981'an de ji Girtîgeha Nîvvekirî ya Ispartayê revîya derve. Reva Yilmaz Guney ji girtîgehê jî fîlmên wî anî bîra wî. Di fîlma Kurê Şeytan de ku berîya biçe girtîgehê kişandiye, çîroka zilamekî ku di betlaneya rojekê de derketiye û winda bûye vedibêje. Wî jiyanek mîna fîlmê jîyaye. Guney,ê ku bi betlaneya rojekê ji girtîgehê derket, çû ji navçeya Kaş a Antalyayê revîya Girava Meîs a Yewnanîstanê, ji wir jî derbasî Swîsreyê bû. Di 6'ê Çileya 1983'an de hemwelatiya Bi aliyê Serokê Cunta Kenan Evren ya Komara Tirkiyeyê jê hat standin. Paşê diçe Fransayê û heta dawiya jîyana xwe li wir derbas dike. Di sala 1983’an de bi helbestvanên Kurd ên wekî Cigerxwîn û Abdurrahman Şerefkendî re Enstîtuya Kurdî ya Parîsê damezrand.
Eleqeya wî ya bi sînemayê re di girtîgehê de jî dewam kir. (Sürü) ku ji aliyê Zeki Ökten ve hatiye kişandin ku wê di vê demê de nivîsandiye û Yol bi alîye Şerîf Gören ve hat kişandin, him li derve û him jî li welêt bala xwe kişandiye ser xwe. Di girtîgehê de bi navê GUNEY kovareke hunerî-çandî derdixist. Fîlma Yol ji nû ve sererast kir û di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelat wergirt.
Piştî ku revîya derve, li Fransayê fîlmê Dîwar kişand. Dîwar fîlmê wî ya dawî bû, lê Guney di sala 1976'an de li Girtîgeha Girtî ya Navendî ya Enqereyê bû şahidê îsyanêke ku, ya di beşa zarokan de derket û li girtîgehê belav bû.
=KTML_Red=Yılmaz Guney, Kurdê kî welatparêz Şoreşger, û salan dawî li ser pirsgirêken Kurd û Kurdistanê diponijîya û navarokên fîlmên wî bala herkesî dikişand, bû pêşengê Sînemayê Kurdî.=KTML_End=
Yilmaz Guney.
Jidayikbûn Yilmaz Pütün
1 Nîsan 1937
Yenice, Yuregir, Adana, Tirkiye
Vefat Di 9ê Îlonê, 1984 de (47 salî) mir
Parîs, Fransa
Sedema mirinê Penceşêra mîdeyê
Navên din (yên) Çirkin Kıral
Pîşe: Derhêner, senarîst, lîstikvan, çêker, nivîskar
Salên bandor 1958-1984
Zewaca Nebahat Cehre
(m. 1967; b. 1968)
Fatos Guney
(m. 1970; m. 1984)
Zarok(ên) Elîf Guney Pûtûn, Yılmaz Pûtûn
Xelata Dîyariya Romana Orhan Kemal
1972 Bi stûyê xwer mirin
Xelata (Altin koza)
Fîlma herî baş
1970 Bêhêvî
1971 Ağıt
Derhênerê herî baş
1971 Ağıt
Senaryoya herî baş
1970 Bêhêvî
1971 Ağıt
Lîstikvanê herî baş
1969 Seyîd Xan
1970 Hêvî
1970 Êş
Çavkanî: Vikipedi, özgür ansiklopedi[1]