Gundê Şêranê
Em ê bi hilmekê re ew kûrahiya ruhê dîrok, çand û kevneşopiyên ku di binhişên bav û kalên me de maye bi bîr bixin. Di quncik û qewêlên bîra me de, di paşûla dapîrên me de û di kûrahiyê girên me yên bi êşê hildayî de gelek tiştên veşartî û nenas hene. Wan veşartinan jî em ê bi ronahiya vê bernama danasîna belav bikin.
Bi qewla dengbêjê kobanê yê ji gundê şêranê xidirê Hebeşê dibêje'' Şêrane gola egîd û mêrane''. Şêran xwediyê asarên dîrokî ye ku mezera navdar yê şêx sirûcî li wir e. Bi memleketa hedato ya dîrokî tê naskirin ku bixwe cihekî her navdar e li rojavayê kurdistanê. Di serdema berê de wekî riyek bazirganî di navbera Heran û girê spî ''Girê sor de hebûye.
Şêran gundê mezin di bajarê kobanê de ye û bi bajarokê navdar û kevnar jî tê naskirin li Deşta Sirûcê û herêma Kobanê. Gelek gundên din ên vê herêmê, ji xelkê Şêranê şên bûne. Şêran 7 kîlometreyan li rojihilatê bajarê Kobanî ye û li rojavayê Şêranê gundê Helincê ye û li rojhilatê wê jî gundê Tilêjibê heye. Şêranê navê xwe ji peykerên şêran û kevirê reş ên wexta Aşûriyan wergirtiye. Li Deşta Sirûcê û Kobanî gundên weke Korpîngar, Nordan, Kulîlk, Sêtelp, Qeynter, Hêjî, Bîrmel, Bîreş, Qecera Jorîn, Qecera Jêrîn, Bîra Bekê û Çixurê ji xelkê Şêranê şên bûne.
Di warê civakî de xelkên şêranên sedî sed kurd in, ji eşîrên eledîn û mehfan û ji beşên wan pêk tên ku hejmara wan jî berî herba Sûriyê zêdetirî 15 hezar kesî bûn, lê niha ji ber sedemên şer, hejmara xelkên Şêranê kêm bûye.
Dîroka Şêranê vedigere Beriya mîladê 2 hezar salan. Di wexta Aşûriyan de bi navê wê Hedato bûye. Hinek dîroknas û pisporên asaran dibêjin, di wexta xwe de Hedato an Şêran li vê herêmê cîyê herî mezin ê bajarê Aşûriyan bûye. Di wexta Împratoriya Osmaniyan de navê Şêranê buye Arslantaş yanî (şêrên kevirî) û hikûmeta Sûriyê di salên dawiyê de navê wê kiribû Firezdeq. Lê ji kurdan re navê wê her û her Şêran ma. Her kesî bi navê şêranê bangî vê herêmê dike.
Li gorî temenmezinên gund, kal û extiyarên gund dibêjin ku li derdora Şêranê dîwarekî bi pehnihiya 4 metran û bilindahiya 4 metreyan hebûye. Li çardorê gund jî 3 derî hebûne û gelek heykelên şêran ji kevirê reş hebûne. Şêran bi asarên xwe yên wekî qirmît, endîke, heykel, şêr û her tiştên kevin ve navdar e lê bi hatina her hakimdarekî nû, hinek asarên wê hatine dizîn û wendakirin. Niha asarên Şêranê li gelek mûzexaneyên (methefên) bajarên mezin ên cîhanî hene. Herwiha wekî baskekî taybet bi navê Arslantaş li methefa Stanbolê jî heye. Her wiha di serdema hukimdariya firansa li ser sûriya gelek asarên gundê şêranê li muzexaneyên Lover de ya Parîsê hatin şandin ku heta niha jî li wir hene. Di sala 1928'an de tîmeke asaran ya firensa bi seroketiya ilmên asaran toro tancan. Di serdema hukmeta sûriyê de gelek asarên şêranên ji mozexaneya Helebê re hatin şandin ku niha jî baskekî taybet ê asarên Şêranê li wir heye. Her wiha di sala 1984'an de du şêrên kevirî yên mezin li bajarê Reqayê re jî hatin şandin û li hedîqa Reşîd di orta bajarê Reqayê de hatibû danîn, lê bi hatina hêzên rêxistina daişê re ew ji aliyên çekdaran ve hate hilweşandin.
Şêran ku berê wekî gundekî mezin dihat naskirin, niha bi mezibûna xwe re bûye bajarok.[1]