Mustafa Borak nivîskarê kurd e. Xelqê Îdirê, navçe ya Qulpê (Tuzluca) ye. Borak amadekarê ferhenga biwêjan ya kurdî-kurdî ye.
Mustafa Borak di sala 1956an de li navçeya Tuzluca ya Îdirê ji dayik bû. Xwendina xwe ya navîn li Tuzluca û dibistana mamostetiyê jî li Ordu Persembe qedand. Dema mamostetiyê dikir, gelek caran ji kar hat dûrxistin û sirgûn kirin. Di sala 1981’an de ji ber sedemên siyasî demekê li Girtîgeha Leşkerî ya Erziromê dimîne. Li gel ku hatiye berdan jî ji ber ku doz berdewam dike nikare erka xwe ya mamostetiyê pêk bîne. Mustafa Borak ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) xwendina xwe didomîne, ji bilî berhevoka xwe ya bi navê Gotinê Pêşiyên Kurda berhema xwe ya bi navê Biwêjên Kurdî heye.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,030 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!