Navê pirtûkê: Pêşeriya Hewisina Zmanê Kurdi - II
Navê nivîskar: Feqi Huseyn Sağnıç
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Melsa
Sala çapê: 1992
Civaka Kurd ji her alî ve li pey dem û civakên hemdem hatiye hiştin. Ev rastiyeke û ji hela hemû kesen demokrat, pêşverû û realist ve tete pejirandin. Lewma qeyden koledariyê li zimane Kurdî jî hatine xistin. Zimanê Kurdî di çi demeke dîroke de îmkan û derfeten ku bibe zimanê nivîsê û xwe pêş bixe nedîtiye. Hêzên desthelatdar zimanê Kurdî jî dagîr kirine. Ger hinck kesan bi geftûleftên xwe yên kesanî çend pirtûk, kovar an jî nivîsar û ferhengok wecşandibin jî, ev ji çarçivecyeke teng û bi sînor derneketiye, bi tenê di nava çend rewşcnbîr û entellekluelan de maye. Di van salên dawiyê de, civaka Kurd ji binî ve tête guhertin, civak serûbin dibe. Ev serûbinbûna civakê bi tekoşîna pêşengên gel, serîhildanên girseyî û daxwaza gel xwe rizgar- kirine ve girêdayî ye. Gel dixwaze ji her alî ve li nirxên xwe yên neteweyî, weke ziman, çand, tore, huner û ...hwd. xwedî derkeve, wan di ber çavan re derbas bike û ji nuh ve ava bike. [1]