Sedat Ulugana
Kovar: Sempozyuma Navnetewî ya Bedlîsê ,26-27-28 Hezîran 2014, Bitlis
Armanca vê xebatê ew e ku di derbarê Evdal Xanê mîrê Bitlîsê ku sedsala 17. de jiyaye û derbarê lawên wî yên ku piştî wî mîrektiya bitlîsê kirine de , bilî “Seyahatname” Evliya Çelebi, hîn agahiyên nû bide , hin agahiyên xelet ên ku hatine nivîsîn ,hatine gotin rast bike ; di vê çerçovê de tespîtên nû bike û bi nêrîneke zanistî li ser sedemên serhildanên Evdal Xan yên li dijî Osmaniyan bisekine.
Bêjeyên sereke: Evdal Xan, Seyahatname, Evliya çelebi, Bitlîs, Osmanî.
piştî belavbûna ola îslamê Bitlîs yekem car dikev bin desthilatdariya Eyûbiyan. Di van deman de di bajarê bitlîsê de piranî ermen û di çiyayan de jî kurdên Rojkî dijîn. Desthilatdariya Eyûbiyan di sala 1209an de destpê dike û heya sala 1230î berdewam dike. Mirê Bitlîsê di vê dewrê de Melîk Eşref e. Piştî erîşên Xerzemşahan yên ku li deverên dora gola wanê pêk tên, desthilatdariya Eyûbiyan a li ser herêma Bitlîsê dawî dibe.1 Di sala 1231an de Bitlîs vê carê dikeve dest moxolan.Salekî şûn de Selçûkî erîşê moxolan dikin û wan têk dibin. Bi vî şekli rêveberiya Bitlîsê dikeve dest Selçûkiyan. Di van salên şerên dirêj de Bitlîs ji aliyê van desthilatdariyan ve tê talankirin.Di sedsala 14mîn de ,desthilatdariya Selçûkiyan a li herêma Bitlîsê ewre dibe. Rewşa sîyasî di vê êwrê de li erdnigariya Kurdistanê de aktorên nû derdixe holê. Karakoyûnî û Akkoyûnî ji van aktoran du heb in.2 di nêzî dawiya sedsala 14mîn de Tîmûr Lenk sefera xwe ya hindistanê diqedîne û berê artêşa xwe dide aliyê Kurdistanê. Di sala 1387an de Bitlîs ji aliyê Tîmûr ve tê dagirkirin.3 Piştî mirina Mîr Melîk Eşref, birayê wî yê bi navê Mecdedîn ,bi dor law û nebiyên wî yên bi navên İzedîn, Mîr Ebûbekir, Mîr Şêx Şeref û Mîr zîyadîn hûkum kiribûn.4 Di dema dagirkirina Tîmûr de mîrê Bitlîsê Hecî Şeref e. Mîr Hecî Şeref ji Tîmûr re dilsoziya xwe dide nîşan û bi vî şeklî, mîrtiya xwe ya Bitlîsê didomîne. Bilî Bitlîsê çend herêmên devdore jî bi destê Tîmûr ve dikevin bin desthilatdariya Mîrektiya Bitlîsê. Di sala 1421an de Hecî Şeref diçe li ser dilovaniya xwe. Dewsa wî Kurê wî yê bi navê Mîr Şemsedîn digre. Di dewra Mîr Şemsedîn de , siltanê karakoyîniyan yê firar Kara Yusuf bi alikariya Mîr şemsedîn vedigere herêma Erdîşê. Ji bo alikariyên Mîr Şemsedîn, keça xwe dide Mîr Şemsedîn. Ji ber vê yekê bi destê Mîr Şemsedîn , mîrê Wan û Colemêrgê yê bi navê Mîr Malîk İzedîn jî derbasî aliyê Kara yusuf dibe û li hemberî nebiyê Tîmûr yê bi navê Şah Rûh disekine.Di salên 1450î de Kurdistan dibe qada şerên turkmen û moxolan. Di vê navberê de Mîr Şemsedîn ji vê derfetê îstifade dike û êrîşê Erdîşê dike û Erdîşê tevî mîrektiya Bitlîsê dike.5 . Piştî ku desthilatdariya turkmenan li deverên dora Gola Wanê sivik an jî li hîn deveran bitemamî holê rabû, Mîr Şemsedîn li ser navê xwe sîke lêda û xutbe da xwendin.van deman de mîrektiya Bitlîsê êdî dewleteke serbixwe ye.6Erdîş di sala 1463 yan de dîsa dikeve dest Karakoyûniyan û Mîr Şemsedîn ji aliyê Îskender Mîrza ve tê kuştin. Sedema vê kuştinê ne zelal e ku ev yek di “Şerefname”yê de jî derbas dibe. 7 Li ser kuştina Mîr Şemsedîn kurê wî yê bi navê Şeref dibe mîrê Bitlîsê lê tê gotin ku, ew mirovekî “meczûb” bû û zêde emir nekir. Li peyê xwe lawekî wî yê bi navê Şemsedîn mabû lê Şemsedîn ji ber ku hê zarok bû nikaribû karên mîrektiyê pêk bîne. Dewsa wî dayika wî ya bi navê Şahim Xatûnê rêveberîtiya mîrektiyê dikir. Demekî şûn de Şahim Xatûn , mirovekî bi navê Ehmed Nesredîn re dizewice. Bi vî şekli yekem car, rêveberitiya mîrektiyê dikeve destê mirovekî ku ne ji nîjada Şerefxaniyan e. Ev yek pir zora konfederasyona eşîrên Rojkayan diçe . Li ser vê yekê di nav mîrektiyê de bêtifaqî çê dibe. Ev hal çend salan berdewam dike. Dema Mîr Şemsedîn mezin dibe, bi alikariya Rojkiyan êrişî Bitlîsê dike. Dayika xwe dikuje lê Ehmed Nasredîn ji Bitlîsê direve û diçe xwe davêje li kela Mîr Evdalê mirê Botan. Li ser hevkirineke pehevguhartî ; mîrê Botan, Ehmed Nasredîn teslîmê Mîr Şemsedîn ( dike. Dawiya desthilatdariya Mîr Şemsedîn de li Bitlîsê de nexweşiya webayê belav dibe. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,210 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!