#Azad Zal#
Carinan di nava toz û dûmana siyaset û şer de, di nava gengeşiya jiyana lihevketî de; em qet birînên xwe yên ku dil û hiş û mêjiyê me diêşinin nabînin... Em çima li êşên xwe napirsin? Em çima ji bo êşên xwe, di nava xwe de li dermanan nagerin...
Gelo çima em ji xwe napirsin?
Çima bav û law bi hev re di zindanê de ne?
Di mercên zindanê de bav krîza dil derbas bike û law nikaribe ji bo bavê xwe tiştek bike? Ji lew re law jî di zindanê de ye...
Bav nexweşê dil, law dîl, cezaxwarê 83 salan... Bi tenê bersiveke vê heye!
Kurdbûyîn hilgirtina hezar baran e... Bi tenê ne hezar bar; hezar êş û hezar kul û keder...
Belê yên ku em behs dikin;
BAV, Fesîh Sayak e, niha li Zindana Erzeromê ya Tîpa H'yê ye û nexweş e, nexweşê dil e... Şeva din li koguşê ji ser xwe çûye, tu eleqe nehatiye nîşandan... Li hêviya mirinê hatiye mayîn... Law ma qey em ê nikaribin bi rehetî bimirin jî... Law ma qey em ê nikaribin bi rehetî avekê li ser çavê xwe bikin û bi ser xwe ve werin!.... Ax û hezar ax...
LAW, Ridvan Sayak e, niha 83 sal ceza lê hatiye birîn û ew sirgûnê zindana Kirikkaleyê kirine... Niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye... Lawê ku zane, bav nexweş e û di zindana sar de ye, tiştek nikaribe ji bo bavê xwe bike, ew jî di hucra tarî de nikaribe êş û janên bavê xwe parve bike... Ridvanê ku di 17 saliya xwe de muebed ceza lê hatibe birîn û di bin tecrîdê de be... Dozger û dadgerên ku ev ceza li Ridvan birîne, ew ji peywirê hatine girtin û ew bi xwe sûcdar in... De ka îcar were li vê sosretê binêre...
Û em bêdeng in... Em di nava toz û dûmana şer û pevçûna derbe û dij-derbeyê de bi dû quncik û pîncikan ketine...
Ka em li ku ne lawo! Me xwe di nava êşa BAV û jana LAW de, winda kiriye... Em di zindanan de ne... Em di zindanan de dimirin haya me ji me tune ye...
[1]