LI SER WEJE, CIVAK Û ROMANA KURDÎ BI HAŞIM AHMEDZADE RE HEVPEYVÎN”
Hevpeyvin: Dawıd Yeşîlmen
Di roja 11ê tebaxê de, roja ku darbesta Şêrko Bêkes ji Stokholmê ber bi warê wî ve vedigeriya de, li taxa Kîsta ya Stokholmê, di nav hezaran pirtukên bi tîpên aramî ku bi salane li kelepora kurdî zêdedibin de runiştibûm. Li pirtukxaneya bi navê Kîtab-î Erzan ku heya îro nêzîkê du sed pirtukî diyarî zimanê kurdî kiriye di zaravayê soranî de û di heman çaxî de jî weşangerê Haşim Ahmedzade ye, nêzîkî du saetan bi mamoste Haşim Ahmedzade re runiştim û me dest bi sohbeteke dirêj a ku ez hêvîdikim ê kêfxweşiya zanîneke kûr a li ser wêjeyê bide xwînerê kurd, kir. Lê berî ku em dest bi hevpeyvînê bikin, herçiqasî xwînerê kurd wî bi du berhemên hêja ku yek bi tirkî (Ulus ve Roman, Perî, 2004) weşiyaye yek jî bi kurdî (Romana Kurdî û Nasname, Avesta, 2011) weşiyaye li Bakurê Kurdistanê baş nasdike jî, dîsa bi kurtasî dixwazim wî bidime nasîn.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,425 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!