Çavkanî: Wikipediaya Swêdî
Werger: Zagrosê Haco
Xirabreşkê (Göbekli Tepe) cihekî kevn ê olperestîyê ye, ku dikeve di Tirkîyeya îroyîn de. Tê bawerkirin ku ew yek ji kevntirîn avahîyên olî yên ku li cîhanê hatine dîtin, kevnahîya wê jî vedigere dora 12000 salan û ev pûtxane bi xwe jî vedigere heyamê neolîtîk.
Li ser zincîra çîyayekî ku 760 m bilind e hatiye avakirin. Ew li Başûr-Rojhilatê Anatolyayê dikeve, ku nêzîkî Bakur-Rojhilatê bajarê Rihayê (Ûrfa) ye. Ew bi destê gelê herêmê bi kevirên mezin ên şekirî, berî 12000 salan hatiye avakirin. Di wî heyamî de hê jî nizanîbûn metal û seramîkê bi kar bînin. Xirabreşkê 15 m bilind e û 300 m fereh e.
Arkeologên Alman di sala 1994 de bi serperiştîya Klaus Schmidt ji Înstîtûya Arkeolojî ya Almanî ya li Sitenbolê dest bi vekolînê kir. Şopa tu lawirên kedî yan şînî û darên çandî nehat dîtin. Xuya ye ku xwarina wan hemû ji şînî û lawirên kovî bû. Lê cûreyekî genim ê taybet li wir hatiye dîtin. Ev yek jî dide xuyakirin ku wan çandinî nedikir.
Li Xirabreşkê çend avahî hene; kêsimê wan bi ser tîpa ‘T’ ve diçin. Ji kevirên monolît hatine avakirin. Li ser wan keviran şêr, ga, balinde, mar, quling, legleg, qû û dûpişk hatine çêkirin.
Ev şûnewar cara pêşî di 1964an de ji alîyê lêkolînerên arkeolojî yên li Zanîngeha Sitenbolê û li Universîteya Chicago ve tê vedîtin. Dema ku çavên wan bi girê Xirabreşkê ket, wan nas kir ku ev ne girekî xwezayî ye. Ji ber ku li wir gelek kevir û qehfik hebûn, loma wan guman dikir ku ew goristaneke Bîzansîyan e. Bi salan gundîyên herêmê çandinî li vî cihî dikirin û kevir ji nav erdên xwe derdixistin.
Schmidt ji Deutsches Archäologisches Institut karê xwe li herêmê li cihekî nêzîk dikir, di ber re bi tîma xwe re ji xwe re vekolîn li Xirabreşkê jî dikirin. Wî hin belgeyên lêkolînerên ji Chicago li ser vê herêmê dîtin, wan bi kurtî behsa Xirabreşkê dikir, êdî wî biryar da ku Xirabreşk hêjayî guhdaneke bêhtir e. Wî zû nas kir ku ev gir pir kevnar e. Di wê salê de, sala 1995an, bi hevkarîya Mûzexaneya Rihayê wî dest bi kolandinê kir û sitûnên teşe-T dîtin. Xuya bû ku cotkaran hewl daye wan sitûnan ji bo karên xwe bişikînin, dibe ku wan nizanîbû ew kevirên mezin ji çi re ne.
Dîtina Schmidt a li ser Xirabreşkê ji alîyê piranîya pisporan ve tê pejirandin, dibînin ku ew pûtxaneyeke çîyayî ya pir kevnar e. Wî temenê wê bi metoda pîvana radyokarbonî (radiocarbon dating) çespand. Û analîzên kûr didin nîşankirin ku Xirabreşkê pûtxaneya herî kevnar e ji nav hemû pûtxaneyên ku li ser rûyê erdê hatine dîtin. Schmidt navê Katedrala li serê gir li pûtxaneyê kir û got ew wek hecê bû, xelk ji dûrahîya 160 km dihatin serdana wê. Hestîyên gelek lawiran li derdora pûtxaneyê hatine dîtin. Xelkên ku dihatin serdana vî cihê pîroz lawir bi xwe re dianîn û li wir digurandin ku bibin qurbanî û belav dikirin. Hestîyên xezal, beraz û qazan di nav hestîyan de hatine naskirin.
Di vê demê de heyamê çandinîyê dest pê dike
Dîmena herêmê bi derbasbûna salên dirêj re di bin bandora seqayê û erdhejan de, her weha bi destê mirovan hatiye guhertin. Sitûnên kevirîn ên xwezayî di çîyê de li wê herêmê hene, peykerên pûtxaneyê ji wan hatine çêkirin û şekirin.
Xelkê herêmê xwe bi nêçîrvanî û komkirina xwarinê xwedî dikir, mirov beşek ji jîyana xwezayî bû. Destpêkirina heyamê çandinîyê di dîroka mirovatîyê de guhertineke mezin bû. Arkeologê Australî V. Gordon Childe navê “Şoreşa Neolîtîk” lê dike. Di destpêkê de, dihat texmînkirin, ku guherîn zû pêk hat, lê di dawîyê de hat xuyakirin ku ew şoreş ne ji nişka ve bû, lê belê ew gav bi gav ji heyamê nêçîrvanîyê derbasî heyamê çandinîyê dibû. Ew ne şoreş bû, ew pêvajoyeke dûr û dirêj bû.
Dîtaneya (theory) çilo û çima ev guhertin pêk hat, dibêje ku ew ji ber du sedemên sereke bû, yek jê, sedemên derve, dudu jî yên ji hundir ve bûn, wek: ”Guhertina seqayê û pêdivî bi xwarina bêhtir.”
Trevor Watkins ji Zanîngeha Edinburgh dide xuyakirin ku çandina genim li dora berî 8800 salan berfireh bû û pê re kedîkirin û xwedîkirina lawiran jî berfireh bû.
Arkeolojê sereke Klaus Schmidt guman dike ku pêşveçûna Xirabreşkê bandora xwe li gundên derdora xwe jî kiriye.
Arkeolog Brian Hayden dîyardeya li Xirabreşkê şîrove dike, dibêje: Pêşveçûna hêzên civakî berî heyamê çandinîyê dest pê kiriye û milmilaneya civakî di navbera komên nêçîrvanan de bilind bûye. Xelkê, bêhtir giranî daye ser dahatinê. Dibe ku vê yekê binyata civakî guhertibe û piştre bûbe sedem bo lezkirina pêşveçûna ber bi çandinîyê ve.
Hin dîroknas sedemê vedigerînin pêşveçûna derûnî ya xwezayî û dibêjin ku ew li pişt şoreşa çandinîyê bû.
Xirabreşk, xwedî girîngîyeke taybet e û 12000 salî ye. Çand û avahîyên wê, şaristanî û rê û rismên wê yên bi heybet bi çavekî bilind tên nirxandin. Li wir tu şop ji kedîkirina riwek rehek û lawiran nayê dîtin, lê belê, wek Qerejdaxê, zû genim lê hatiye çandin.
Çavkanîyên çapkirî:
Charles C. Mann; “The Birth of Religion: The World’s First Temple” National Geographic Vol. 219 No. 6 (juni 2011), sid. 34–59: http://ngm.nationalgeographic.com/2011/06/gobekli-tepe/mann-text
Steven Mithen; After the Ice: A global human history, 20,000-5000 BC. Harvard University Press, Cambridge MA (2004). ISBN 0-674-01570-3. Sid. 65–69, 89–90.
J. Peters & K. Schmidt; “Animals in the symbolic world of Pre-Pottery Neolithic Göbekli Tepe, south-eastern Turkey: a preliminary assessment.” Anthropozoologica 39.1 (2004), 179–218: http://www.mnhn.fr/museum/front/medias/publication/10613_Peters.pdf.
Scarre, Chris (red); The Human Past, Hudson&Thames, London (2005).
Klaus Schmidt; Göbekli Tepe. Eine Beschreibung der wichtigsten Befunde erstellt nach den Arbeiten der Grabungsteams der Jahre 1995–2007. i: Erste Tempel – Frühe Siedlungen. 12000 Jahre Kunst und Kultur. Ausgrabungen und Forschungen zwischen Donau und Euphrat, für ArchaeNova e. V. Heidelberg hrsg. von Klaus Schmidt. Isensee, Oldenburg (2009), sid. 187–223. ISBN 978-3-89995-563-7.
Klaus Schmidt; Göbekli Tepe – the Stone Age sanctuaries. New results of ongoing excavations with a special focus on sculptures and high reliefs. I: Documenta Praehistorica 37 (2010) sid. 239–256.
Oliver Dietrich, Manfred Heun, Jens Notroff, Klaus Schmidt, Martin Zarnkow; The role of cult and feasting in the emergence of Neolithic communities. New evidence from Göbekli Tepe, south-eastern Turkey. I: Antiquity 86 (2012) sid. 674-695 PDF.[1]