$Jîname:$
Helbestvanê Kurd Dijwar Zagros di dîroka 01/01/1992'an de li gundê Helincî ya girêdayî bajarê #Kobaniyê# ya #Rojavayê Kurdistanê# ji dayîk bûye.
Dijwar Zagros xwendina xwe ya seretayî û navîn li gundê Helincê bi dawî dike û ya amadehî jî li gundê şêranê temam dike. Lê ji ber aloziya şoreşa sûriyayê dev ji xwendinê ber dide û bi geşedanên destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ew pêlên hezkirina çandî, ziman û wêjeyê di hundirê wî de geş dibe. Ji van behremendî û dilxwaziya xwe tevlî nava xebatên çand û hunerê dibe û cihê xwe di navenda Baqî Xido ya çand û hunerê de digire. Lê wî ruxmî ku xwendinê temam nekiriye, lê bi saya behremendî û perwerdehiya xwe bi xwe karibû xwe zûtir pêş bixîne û gavên mezintir biavêje ûxwe di #zimanê kurdî# bi pêş ve dibe.
Dijwar Zagros di gelek bone û rêzeçalakiyên netweyî mîna newrozê de bi hevok û helbestên xwe yên netweyî pêşkêşvanî dikir. Hingê ji ber van kelejana giyanê xwe dest bi nivîsandin û xwendina helbesta dike û bi dengê wan helbestên xwe belav dike.
$Berhem:$
Di sala 2017'an de bernameyeke çandî, folklorî û gelêrî di bi navê ''#Destarê Jiyanê#'' de bi riya televîzyona Ronahî TV pêşkêş dike. Ew di gelek gund û gundewarên Kobaniyê digere û ronahiya kamereya xwe dide li ser kal û pîrên extiyar ên temen-mezin, mal û qubên kevin, jiyana ajalvaniyê û hwd.. Her wiha ew beşdarî gelek çalakî û şevbuhêrkên wêjeyî bûye û di gelek bernameyên radio televîzyonan de bûye mêvan û helbestên xwe xwendiye û pêşkêş kiriye
Gelek berhemên xwe bi deng qeyd kiriye û bi awayekî vidokilîp belav kiriye û li ser qenalên kurdî têne weşandin .
Gelek helbestên xwe hene mîna ''Dara Mazî ,Çavên kûr, Çavên Te, Rêwîyê evînê, hwd''..
Dijwar Zagros niha cihê xwe di qada desteya çandê ya herma firatê de wek cîgir digire û karê xwe berdewam dike.[1]