$KOVARA MEHANE YA WÊJE HUNER Û RAMANÊ$
04 Adar 2023 Şemî
HEJMAR : 314
Wan hê ji dûr ve dît ku ew bi ber wan ve tê, lewma ew kesekî xuya bû. Rûyekî wî yê gelekî kal hebû, lê meşa wî dikir ku ew weke kesekî hîna nû bîst salî, xuya bike. Ew bi wî rûyê xwe yê kal li cem wan, li ser bankê rûnişt. Piştre wî nîşanî wan da ka di destê wî de çi heye. Wî got, ev saeta me ya midbexê bû û piştre yeko yeko li rûyê hemûyên li ser bankê xwe dabûn ber tavê, nihêrî. Erê min ev dît, ev jê filitîbû. Wî saeteke midbexê ya weke lalîkekê spî li ber xwe girt û bi tiliya xwe jî hêdîka li wan hejmarên şîn boyaxkirî xist. Wî xwest, kes li wî negire û got, ti qîmetekî vê saetê yê din nîne, ez jî bi vê dizanim. Û ew ne wilo gelekî xweşik e jî. Ew tenê weke lalîkekê ye, yeke wilo bi cîlaya spî boyaxkirî. Lê bi ya min ew hejmarên şînboyaxkirî jî xweşkok in. Helbet tîrikên wê wilo ji tenekê ne. Û êdî ew jî nagerin. Na na. Ji hinavên xwe ve ew xira bûye, ev diyar e. Lê ew, weke carê xuya dike. Niha xerabûyî be jî weke carê xuya dike. Wî serê tiliya xwe bi dîqet li dora saeta weke lalîkê gilover, gerand. Û wî hêdîka di ber xwe re go: Ev jê filitî.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,290 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!