=KTML_Bold=Perwerdehiya Zarokên astengdar li bajarê Kobaniyê=KTML_End=
Ji bona ronîkirin û geşkirina jiyana zarokên astengdar ev bû demeke pirojeyek ji bo vekirina dewreyeke perwedehiya van zarokan dihat kirin. Ev piroje li bajarî #Kobanî# di dîroka 13-11-2023`yan de ji aliyê Rêxistina Nûdem a amadekirin û geşedanên mirovî ya astengdaran û bi hevkariya Zanîngeha Kobaniyê hate orgenîzekirin û dest pê kirin û di 24-12-2023`yan de bi dawî bû. Gelek zarokên ku astengiyên cur bi cur dikşandin di nav de cihê xwe girtin. Vê dewreyê 40 rojî berdewam kir. Di navbera van 40 rojî de gelek waneyên cur bi cur yên teorî û piratîk ji aliyê kadroyên pispor ji zanîngeha kobaniyê ve hatin dayîn.
Naveroka van waneyan bêhtir ên ku herî zêde bala zarokan dikşînin û dilê wan şad dikirin bûn. Mînak: xêzkirina wêneyan ji rengên cur bi cur, di warê fêrkirina stran û mûzîkê de, hînkirina tîpên alfebeyê, hejmar, ziman, fêrkirina çand û exlaq û naskirina xweza û paqijgirtina hawidorê bû. Ev mijar û metiryalên ku hatî dayin çi bi riya lîstokan çi jî bi riya pêkêşkirina şanoyan bû. Ev piroje ji aliyê jinên kurd ve hat pêşinyarkirin û hat afrandin, ji ber ku jin bi taybet weke dayîk û xwîkşên van zarokan roj bi roj di nava van astengiyan de dijiyan û hîn bêhtir nêzî vê yekê ne.
Dewreyek bi vî rengî deng da jiyana zarokên xwedî pêwîstiyên taybet ,kêfxweşî û hişyariyek xist nava malbat û civakê. Ji bo ku ev zarok perwerde bibin û fêrî tiştên nû bibin, da ku bibin mirovekî xwedî li civak û axa xwe derkevin û pêşeroja xwe jî bi xwe biafirînin .Dihêle ku ev zarok tevlî jiyanê bibin û bi jiyana rojanê re bibin yek . perwedeya van kesan pir girînge ku tevlî civakê bibin û çandekî li gorî demê werbigirin .
Li gel vê yekê kadroyên ku ev zarok fêrdikirin hin tiştên nû di derbarê van kezan de fêrbûn û gelek tecrûbe bi dest xistin, di demên pêş de dikarin bi awayekî hêsan bi wan re bibin alîkar û çavên wan li xweşiya jiyanê ronî bikin.Divê ev zarok bi xizmetek mezin werin xwedîkirin ji aliyê malbat û çi ji aliyê saziyên erkdar ve.
Divê ku tevlî dibistanan bibin û li gorî xeyalên xwe jiyana xwe pêkbînin û bibin endamê civaka xwe. Ji ber ku ev zarok destpêkê qet fêrî tiştekî nebûne, lewre pêşketina zarokên xwedî pêwistiyên taybet ket çavê malbat û mamosteyn wan. Fêrkrina hejmar û tîpan ji bo mirov jiyana xwe bi rêve bibe pir girîng in,ji bilî van hemûyan ya ku ev zarok bi hewceyî wê ne hevaltî çawa bikaribe hevaltî bi derdora xwe re bike û bikaribe ji derdora xwe hezbike. Malbat, mamoste, xweza û lawirên ku em sûdê jê werdigrin û ziyanê nadin me. Ji ber ku ev zarok beriya derbasî vê dewreyê bibin qet ji mal derneketin lê piştî van 40 rojî em pêşketinên pir mezin dibînin. Bi derketina wan ya jiyanê re û fêrkirina wan yê tiştên nû re, gelekî kêfxweş in ku hevalên xwe çêdibin .
Ji aliyê tevgerên wan de jî wane hatin dayîn hişt ku dest û ling û bi tevahî laşên wan vebe û tevger bike, divê ku ev tevger rojane li ser perwerde bibin da ku hîn bêhtir laşê wan ji hev vebe. Ev dewreyê weke deriyekî ji bona zarokan hate vekirin, em ê hewil bidin ku hemû zarokên ku bi van nexweşiyan re rû bi rû dimînin kom bikin û bibin alîkar. Zarok ronî û siberoja civakê ne û stûna bingehîn in. Em ê hewil bidin jiyana zarokên xwedî pêwistiyên taybet bi rengên cur bi cur bixemlînin û wan bi jiyanê re bikin yek. Em niha wê kêfxwşiyê di çavên wan de dibînin û ev zarok gelekî ji derdora xwe hezdikin û gelek kêfxweş in.
Bi armanca ku ev zarok fêrî rê û rêbazê jiyanê bibin û bikaribin çawa bi civaka ku têde jiyan dikin de bidin û bistînin. xizmetkirina van zarokan û fêrkirina wan cihê kêxweşiyê ye. Van zarokan bi hînbûna tiştên nû û kêfxweşiyek mezin dewreya xwe bi dawî kirin û silav ji we re pêşkêşkirin .[1][2]