KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)
anadolu-beylikleri-haritası
(dewama beşa yekê)
#Mûrad Ciwan#
DI ÇAVKANIYÊN BÎZANSİYAN DE KURD
Nexwe, hê ji nîvê duyê yê sedsala 11-ê pê ve di cîhad û fethên nav erdên Romayê, di zeftkirina gelek kele, bajar û deveran de hebûna kurdan û rola wan qet ne ecêb e. Di van qonaxan de, gava dîroknivîs û buyernivîsên Bîzansî yên wê demê behsa bizav û karên mîrên Kurdan kirine, ew ne wek Tirk yan Tirkmen, lê wek mîr, fermande û serok civakên Persî/Îranî destnîşan kirine. Herwekî dîroknivîsê Bîzansî Georges Pachyméres û Nicheporus Gregoras yên ku buyerên dewra jiyana xwe nivîsîne û Paulus Aeginete yê ji katiben Dêra Johannesê ya Ephesusê (Efesê), gava behsa buyerên ku Menteşa Beg, Sasa Beg û Alîşêrê Germiyanî kirine gotina ‘’Persî’’ bikaranîne. Ji hin tekstên Grêkiya kevn ên van kesan ku Paul Wittek jî di berhema xwe ya bi navê Menteşa Beyliği (Mîrekiya Menteşayiyan) de dane, ev tê dîtin. Gava rojavayîyan di sedsala 18-ê de ew tekstên Grêkiya kevn wergêrane ser Îngilîzî an Fransî jî wek ‘’Pers/Persî’’ wergêrane. Osmanî û Tirkên ku bi durustî ji wan wergerandine jî gotine ‘’Persî’’ an ‘’Îranî’’, lê yên ne durust ji ber xwe ve avêtine gotine ‘’Tirk/Tirkmen’’.
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=558797&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin KURDTIYA MÎREKİYA MENTEŞAYÎ YA KU BERÎ OSMANİYAN LI ANADOLUYA ROJAVA DEWLET AVAKİR (II)=KTML_Link_External_End=
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 201 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!