Navê pirtûkê: Dîwana Şêx Muşerrefê Xinûkî
Navê nivîskar: Dr. #Nesim SÖNMEZ#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Seyda
Sala çapê: 2018
Di vî welatê kevnare da gelek helbestvanên Kurd, di warê edebiyatê da bi zimanê dayîka xwe berhem dane. Şa‘irên Kurdan, ji ber ku perçeyek ji şaristaniya Îslamê ne, wan jî li
gorî kevneşopiya bisilmanan eşqa îlahî û evîndarî di berhemên xwe da bi zimanekî şirîn û bi şêwazeke nerm hûnandine.
Şêx Muşerrefê Xinûkî jî yek ji alim û şa‘irên qada vê çandê ye û ew bi avdana medreseyên Kurdan perwerde bûye, bi berhemên xwe derdora xwe ronî kiriye. Wî, bi helbestên xwe jî gel hînî eşqa Xwedê û hezkirina ji mexlûqan kiriye; aramîbûn, bêqîmetiya dinyayê û girîngiya dostaniyê jî bi şêwaza xwe ya taybet û bi helbestên xwe yên herikbar nivîsandiye. Xinûkî bi zimanê gel gotinên xwe yên watedar gotine û xwestiye peyamên xwe li gorî hestên xwe bigihîne ehlê dilan.[1]
خوێندنەوە / داونلۆدکردنی پەرتووکی: Dîwana Şêx Muşerrefê Xinûkî
ژمارەی داونلۆد:
47 جار
داوا لە نووسەر، وەرگێڕ و دەزگای پەخشەکان دەکەین ئەگەر پێیان باش نییە ئەم پەرتووکە لێرەوە داونلۆدبکرێت! ئەوا پێمانی ڕابگەیەنن.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 169 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!