Arşevê Oskan (1967- 25ê çiriya paşîn 2012)
Rojnamenivîs, helbestvan û nivîskarekî #kurd# bû. Ew di sala 1967an de, li gundê Birkînêsê ku dikeve di navbera #Dirbêsi#yê û #Serê Kani#ya Binxetê de, hatiye dinê.
Wî xwendina xwe ya despêkê (seretayî) li gundê xwe kir û ya navçeyî li bajarê Dirbêsiyê û herweha lîse li bajarê Hisiçayê.
Di sala 2001ê de, wî û hin kesên din biryara derxistina Kovara Zevî da û Oskan bû sernivîserê wê. Heyanî dawiya 2003an deh hijmar jê derketin û bi derketina nivîskar ji welêt, ew jî rawestiya.
Di salên dawî de, li #Almanya#yê dijiya, zewîcî û bavê sê zarokan bû.
Arşevê Oskan ku bi nexweşiya Penceşêrê ketibû, di 25ê çiriya paşîn a 2012an de, li bajarê Hamborgê (Almanya) çû ser dilovaniya Xwedê.
Berhemên wî ev in:
• Hêviyên Birîndar, Helbest, 1995
• Kê Gul Çinî?, Helbest, 1999
• Berbang Qedexe ye, Helbest, 2001
• Xewnistan. Helbest, Weşanên Do, 2010
• Keştiya Penaberan, Roman, Weşanên Do, 2010
• Awazên Evînê, Helbest, 2012 [1]