Asê û Heso - çîrok - Rêşad Sorgul
Heso, li gundekî Mûşê li ber axayekî şivanî û gavaniyê dike. Bi demê re ew û Asê ya qîza axa aşiqê hevdû dibin.
Bi derbasbûna dem û çaxê re, evîndariya wan deng dide û herkes pê dihese. Her çendî Heso, Asê ji bavê wê dixwaze jî, axa bi zewaca wan qayîl nabe û Asê nade Heso.
Li ser ne qayîlbûna bavê Asê, Heso dixwaze wê birevîne. Lê, Asê ji tirsa ew ê Axa Heso bikuje paşve gav pê dide avêtin.
Piştî evîndariya wan dikeve devê herkesê axa bi teqasa buhayîya 100 karik û mîya Asê dide Heskê Xelo yê ji gundekî din.
Piştî Asê didin Heskê Xelo, Heso vedigere gundê xwe. Her çiqas bê raziya Asê be jî, axa, wê bi Heskê Xelo re dizewicîne.
Êdî her roja Asê bi mirina ye û ji aliyê Heskê Xelo ve bi tehda û heqaretan tê ecilandin.
Heroj bi heqaretên cûrbecûr re rûbirû dimîne.[1]