Nusret Gökçe
Nusret Gökçe (an jî bi bernavkê Salt Bae jî tê nasîn; jdb. 1983 li Erzîromê, Bakurê Kurdistanê) ji şaxê xwaringeha Nusr-Et goştfiroş, pêjer û xwaringehvanê kurd e. Ew bi vîdyoyek ku li ser Instagramê hate belavkirin bû fenomenek înternetê ku wî bi çêkirin û xwêkirina çêtîkek nîşan da [1].
Jiyan
Gökçe di sala 1983an de li Berdîkê, gundekî navçeya Bardîz a parêzgeha Erzîromê , ji dayik û bavê kurd hat cîhanê. Bavê wî kanker bû. Rewşa darayî ya malbata wî neçar kir ku wî ji pola şeşem derxe û dest bi perwerdehiyê bike wek goştfiroş li Bostancı, parêzgeha Stembolê. Di sala 2007an de ew sê salan li Amerîkaya Latînî û Amerîkaya Bakur çû, di nav de Arjentîn û Dewletên Yekbûyî, li wir di nav xwaringehan de ew wek pêjer bêpere xebitî. Piştî ku vegeriya Tirkiyê, di sala 2010an de ew û hevparê li Stembolê yekem Nusr-Et vekirin. Kompargîdaniya tirk Doğuş Holding, di sala 2012an de beşdarî wê pargîdaniyê bû. Li ser dabeşa xwaringehê ya D.ream li Stembol, Enqere, Doha, Dubai, Ebû Zebî, Miami û Nû Yorkê xwaringehan hatine vekirin.
Vîdyoya Ottoman Steak
Gökçe bi vîdyoya Ottoman Steak ve, ku wî di çileya 2017 de, li ser Twitterê weşand, navneteweyî hate nasîn. Ew vîdyo li Instagramê hate belavkirin û bi milyonan caran hat dîtin. Di vîdyoyê de ew jêkirin û xwêkirina çêtîkê bi tevgerên taybetî re nîşan dide, ku pişt re Salt Bae lewma bernavkê wî bû.
Li ser pêşandina Instagram a xwaringeha Nusr-Et, Gökçe wêne û vîdyoyên bi weşana barkirinê weşand ku, di nav yên din de, nîşan dide ka ew çawa kesayetiyên navdar diezimîn e. Ew navdariya xwe bikaranî da ku li DYAê jî xwaringehan vebike.[1]