Navê pirtûkê: Derb
Navê nivîskar: Bahoz Baran
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2014
Kitêba nû ya #Bahoz Baran# ku ji cîrokan pêk tê, di nav wesanên #Avesta# de, bi navê Derb derket. Derb duyemîn kitêba cîrokan a nivîskar e, berê jî bi navê A bas kitêbek wî derketibû. Ez ji efendiyê xwe re bibêjim. Gerek mirov baweriya xwe bi vê dinyayê pirr neyîne û pista xwe nedê! Hûtek e ev dinya, roja bîst û yekê be jî ew ê me dabeliîne. Pêsiyan bîlesev negotiye, dinya bela ye. Erê, ez van gotinan ji te re niha dibêjim, lê dema ku ez li ser hemdê xwe bûm û min hukmê xwe li dar dixist ev tist nedihatin bîra min. Mirov dema hînî dewrana xwe dibe dibêje qey ew ê her gav wisa bidome. Ne wisa ye! Ez ji ezîzê xwe re bibêjim. Dê û bavê min, -Xwedê rehma xwe li tevan bike- cend salên ewil ji wan re #zarok# cênabe. Diya min berê xwe dide sêx û #mela#yan, nivist mivistan dide cêkirin. Cawa dibe êdî ez nizanim; lê Xwedê min dike diyarî ji wan re. Dema ku cav bi min dixin sas dimînin. Pitikekî girs, ser ji gewde girantir, lep lepê[1]