Navê pirtûkê: Poetîkaya Helbesta Neteweyî Gotarên Li Ser Helbesta Kurdî Ya Modern
Navê nivîskar: 1.M.Zahir Ertekin, 2.Dilaver Döğer, 3.Mehmet Yıldırımçakar
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbol
Navê çapxaneyê: PEYWEND
Sala çapê: 2022
Wêjeya gelêrî, wêjeya devkî, zargotina kurdî an jî folklor ku wek taybetmendiyên xwe yên anonîm û kolektîf di nav civakê de tê afirandin û dîsa di nav şert û mercên civakê de bi nifşên nû re tê veguhastin, di çanda civakekê an jî heremekê de roleke gelekî bingehîn dilîze. Wêjeya gelêrî an jî devkî yek ji beşên folklorê ye ku folklor bi xwe beşeke zanistê ye. Mela Mehmûdê Bazîdî yekem kes e ku li ser folklora kurdî xebatan kiriye. Wî ev karên xwe bi hevkarî û alikariya Alexandere Jaba (1803-1894) kiriye. Xebatên folklora kurdî, dikare were gotin ku, her çiqasî di asta berhevkirinê de bin jî xebatên analîz, şirove û berawirdiyê jî hêdî hêdî derdikevin pêş. Berhevkarên girîng yên folklora devkî ya kurdî, nivîskarên wekî Zeynelabidin Zinar, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Celîla Celîl, Heciyê Cindî, Eskerê Boyîk, Hilmi Akyol, Rohat Alakom û hinek kesên din in..
[1]