Navê pirtûkê: Pîr û pendî, ji wêja gelêrî
Navê nivîskar: Bilal Hesen (Bavê Hozan)
Navê wergêr:
Wergera ji ziman:
Cihê çapkirina pirtûkê: Dortmund
Navê çapxaneyê: Hesabê nivîskar
Sala çapê: 2012
[1]
Gotina min : Tiştê min zanî û kanî li ser pel nivîsand,
tiştê min nizanî û nikanî ji wera hêşt û hêland.
1 . A dil li dinê, a gur li bizinê.
2. A dila nayê mila.
3. A dinê a dinê ye, çavê gur li bizinê ye.
4. A dinê li dinê ye, a mêr li jinê ye, a gur li bizinê ye.
5. A hewiya herikî a cawiya xeriqî.
6. A xoce azan e.
7. Aborî bi razan û zikmizdanê nabe, bi xebat û xwêdanê dibe.
8. Adar e dew li dar e, danê sibehê sar e, danê êvarê kûçik xwe davên siya dar e.