Hozan Mizgin;
Gurbet Aydin, bi nasnameya xwe ya hunermendî Hozan Mizgîn jî tê naskirin, di sala 1962an de li gundê Bileydera Batmanê hate dinê. Beriya darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê derbasî Ewropayê bû û ji kar û xebatên hûnerê re pêşengî kir.
Hozan Mizgîn, li Ewropayê tevli xebatên çand û hunerê bû, di damezirandina Hunerkom û Koma Berxwedan de cîh girt, di gelek albûman de stranên şoreşgerî digotin, Pişt re derbasî çiyayên Kurdistanê bû û bi nasnameya xwe ya hunermend ve, di nav refên gerîlla de cîh girt. Ji Mêrdînê heta Garzanê li gelek herêman gerîllatî kir û weke fermandar wezîfe girt û pêşengtî kir.
Hozan Mizgîn, 11ê gulana 1992an de li bejahiya Tatwanê di encama şerekî bi artêşa tirk de, heta gulleya xwe ya dawî şer kir û tevlî nav kerwanên şehîdên nemir bû.[1]
Jina ku, şoreş û hunerê di nav xwe de dihewîne:
Hozan Mizgîn
29. salvegera wefata hunermenda Kurd Hozan Mizgîn e ku di hunera Kurdî de zemîna nû şikand û şoreşgerî bi hunera xwe ve girêda. Birayê wî Şeyhmus Aydin bi gotina Mizgîn hem hunermend û hem jî şoreşger bû Mizgîn bibîr anî.
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku bi kesayeta xwe ya şoreşger ve, hunerê tîne gel hev, di sala 1962’an de li gundê Binatlî (Bileyder) a Êlihê ji dayik bû. Mizgîn a ku di zarokatiya xwe de bi deng û hunera xwe hat dîtin, ji nêz de, zextên zîhniyeta mêtinger, feodal û polîtîqayên pergela wan, ya ku li ser Kurdan dimeşîne nasdike û dişopîne. Mizgîna ku beriya derbeya 12'ê Îlona 1980'yî de, di demêke kin de tevlî têkoşîna azadiyê dibe, bi awayekî aktîf di nava têkoşînê de cîh digire û xebatên di qada hunerê de bi rê ve dibe.
Jinan radike îsyanê
Mizgîn ku di sala 1983'an de ji bo xwe birêxistin bike di qada hunerê de şandin Ewropayê, di damezrandina Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Kurd ên Welatparêz (YJWK) de cîh girt. Mizgîn bi kesayet û helwesta xwe ya şoreşgerî dihêle ku gelek jinên derdora xwe li dijî zext û êrîşan serî hildin û beşdarî têkoşîna azadiyê bibin. Mizgîn piştî ku demeke dirêj li Ewropayê dixebite, piştre derbazî Kurdistanê dibe û li navçeya Tetwan a Bedlîsê beşdarî xebatên xwe dibe. Ji bo xwe bigihîne jinan û ji holê rakirina desthilatdariya pergala serdest a mêr a li ser jinê xebatên xwe hembêz dike. Ji bo ku dem bi dem xwe bigihîne jinan, çarşefa reş li xwe dike û li taxan civînan li dar dixe.
Bi hunera xwe jiyana xwe didomîne
Mizgîna ku bi stranên xwe yên Çemê Hezîl, Gundîno Hawar, Lo hevalno û Newrozê di nava gel de eleqedar e, bi kesayet û têkoşîna xwe ya ku tevî kasetên xwe jî evîna gel kişandiye wê ti carî neyê jibîrkirin. hatin qedexe kirin. Di 11'ê Gulana 1992'an de li Tetwanê bi ser maleke ku lê dima hat girtin. Mizgîn a ku di serdegirtinê de, di xwestin teslîm bibe, lê teslîm nebû û li ber xwe da, di pevçûnê de birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.
Mizgîna ku piştî wefata xwe zêdetir di nava mirovan de hat guhdarkirin, bi hunera xwe mîratek afirand û jiyana xwe didomîne.
'Stranên şoreşê her tim li ser zimanê wê bûn'
Birayê wê, Şeyhmus Aydin dibêje ku Mizgîn ji biçûkatiya xwe ve helbestan dinivîse û helbestên xwe di nav lûleyên ku lingên kursiyê pêk tînin de veşartiye û bi vî awayî helbestên xwe diparêze. Şeyhmus, anî ziman ku eleqeya Mizgîn a bi hunerê re di temenê xwe yê biçûk de dest pê kiriye û wiha got:
“Dema ku li malê bû, stranên Şivan Perwer guhdardikir,strana Herne pêş digot. Ez daweta mamê xwe qet ji bîr nakim, em tev di erebeyê de bûn. Wê demê Mizgîn strana Herne pêş, got û hemû kesên amade bûn bi vê cesareta wê matmayî man. Her tim xwadî bi zimanê stranên şoreşgerî bû.
Dema ku ez biçûk bûm ew beşdarî xebatên rêxistinê bû. Çend roj beriya ku şehîd bibe, telefonî me kir û bi Dîiya min re axivî. Wê ji me re negot ku ew li ku ye. Piştre me zanî ku şehîd bûye.”
'Ew him hunermend û him jî şoreşger bû'
Şeyhmus li ser gotinên xwe yên ku berê stranbêjiya jinê weke guneh û şerm dihate dîtin, dibêje ku Mizgîn li hemberî vê ferasetê serî hildaye û dest ji stranbêjiyê bernedaye. Şeyhmus anî ziman ku Mizgîn xwedî karakterekî pir bi şefqet e û wiha got: “Mizgîn ji bo me him hunermend û him jî şoreşger bû. Serê me tim bilind e, em pê serbilind in. Ji bo malbata me û gelê Kurd rûmeteke mezin e. Em dizanin ku yek Mizgîn çû û bi hezaran Mizgîn hatin. Di demên dawî de li dijî goran êrîş pêk hatin û em van êrîşan şermezar dikin. Li aliyê din gelê Tetwanê li xwedî gorê derketin û di vî warî de em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Gelê Kurd bi êrîşên li ser goristanan û şikandina goran bi dawî nabe û weke ku nekarî bi kuştinê bi dawî bike.”[2]