Baba Tahirê Uryan yan Baba Tahirê Uryan (jdb. 935 Hemedan - m.1010 Hamedan), helbestvan û fîlozofê kurd ê lekî[1][2] yê sedsala 11an e.[3] Roja jidayikbûn û mira wî bi temamî ne kifş e, di çavkaniyan de gelek ji hev cuda dîrok nişan didin.
Nasnavê wî:
Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê ku tê wateya Baba Tahirê Ta'zî yê ku cilan li xwe nake yan jî cilên wî xweşik laşê wî nastrîne . Ev nasnav nîşan û pajoya derwêşbûna wî ye[çavkanî hewce ye]. Hundek dibêjin wateya Uryan =Xwas lê ev ne raste. Ji ber ku di zimanê erebî de wateya Uryan =taziye kesê bê cil yan kesên ku cilên wî laşê wî ne bi awayekî geştî disitirîne. Û xwas wateya wê bi erebî Hafî, hefyan yê ku bê pêlav û nig tazî.
Джиян:
Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan.
Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e.
Helbestvanî:
Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîn in û wek stiranan dihatin bikaranîn. Иро ройхелатзан ван хелбестан гиредидин пехлевиян. Bedaxewe heta îroj helbestên wî yên bi kurdî wek helbestên bi farsî, lûrî yan têkilek ji farsî, lûrî y kurdî hatine naskirin. Belam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek helbestvanê Fars jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.
Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozaneki kurd bû ku heger dixwast bi farsî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir!
Hindek ji helbestên Baba Tahirê Uryan:
XûDawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
Mije pirr eşkê xûnîn ta kê bûşim?
Hemem kez der biranin sû te ayim
Кому эз дер бирани ва ке бушим?!))
Paçve:
Xwedê! bi kê bêjim, bi kê bêjim?
Mijang pirr hêstirên xwînî, ta kingê bêjim?
Demek ku mirov min ji der dixin, ez têm bi warê te
Heger tu jî min ji xwe der bixey, ez bi kî gazî bikim û bêjim?!
Хелбестен тевкурди:
Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeya Qonyayê de hindek parçe honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku yên Baba Tahir in. Ev helbestan bi giştî bi zaravayekî kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye[çavkanî hewce ye]. Lê vî zarava bi rastî pirdek e li nav ziman û zaravayên kurdî em dikarin bêjin ku hewramî, soranî û kirmancî girê didine yek. Parçeyek ji wan helbestan:
Zaricem dî werayî mûrc edxwerd
MûRcan du destî we Xweda derd
Негехан бамед ан базудари
Zariciş küşt û mûran zaric edxwerd
Dallê ce Elwend kohan kerd perwaz
Baziş bikûşt û xûniş pak vaxwerd
Bamed neçîrevan derdîn y dayîn
Be wekdiş tîr y dall ej kar baderd
“Bişe neçîrevan destit û ça dest
Çi înet bedkere ej kar baderd”
“Be name neşê îne wed ke min kerd
Be min her an keran her wed ke min kerd!”)).
Çavkanî:
http://helbestenkurdi-piran.blogspot.fr/2012/04/baba-tahire-uryan.html?m=1
Хамзе, М. Реза. Яресан: социологическое, историческое и религиозно-историческое исследование курдской общины, 1990.
http://farsinet.com/hamadan/babatahir.html
[1]