Navê wî Mistefa Begê kurê Meḥmud Begê Sa‘hêbqiran e. Saḥêbqran navê malbateka dêrîn û kevnê Rojhelata Kurdistanê ye. Mistefa Beg di sala 1782yê mîladî de li Qereçolanîya paytextê Babanîyan li bajarê Silêmanî hatîye dunyayê. Di pênc saliyê xwe de çûye ḥucra mizgefta Ḥacî Xan û li Silêmaniyê dest bi xwendina xwe kiriye. Di pazde salîya ‘umrê xweda ji ber jêhatîya xwe çûye qonaẋa Muste‘îdî ku ev qonax qonaẋa berya mezûnbûna wî ye. Piştî wê Kurdî destê xwe ji ḥucrê ber dide ji ber ku bavê wî ji ḥikumeta Babanîyan wezîr bûye. Kurdî piştî çend nakokîyan, mala xwe dibe Kerkukê. Mistefa beg ji ber evîneke sernegirtî, ta mir nezewcî ye û di helbestên xwe de mexlesa Kurdî bikaranîye.
Ji ber ku weke destûr dihate ḥesibandin, lazim bû ku hemû helbestvanên klasîk mexlesek ango nasanavek bo xo dabinên. Mistefa Beg ji yekî zêdetir mexlesên wî hebûn. Mexlesa êkema ku piranî di helbestên wî de ev mexles hatiye bikaranîn mexlesa “Kurdî” ye. Herwekî ku tê zanîn berya Mistefa Beg jî gelek ‘alimên Kurd weke mexles peyva “Kurdî” bo xwe pejirandine.
Mexlesa Mistefa Beg a duwem jî “Hîcrî” ye. Ji ber ku Mistefa Beg gelek awareyî û mişextibûn dîtibû di helbestên xwe de nasnavê “Hîcrî” jî wek mexles bikaranîbû. Kurdî helbestvanêkî mezin û navdar bû ku gelek helbestvanên mîna Ḥacî Qadir, Nalî û Şêx Riza Telebanî pesna Kurdî diken, qedrê wî digrin û wî wek helbestvaneke mezin û rêzan diḥesbînin. Kurdî di sala 1859ê miladî de çûye ber reḥma Xwudê û li bajêrê Silêmanî hatiye binaxkirin. Meqbera wî ḥalê ḥazir li bajarê silêmanî ye.
Ji aliyê rûxsarê ve, helbestên Mistefa Begê Kurdî, ji ẋeynî ẋezelên ku rûbereka mezin ji dîwanê girtiye ji Qesîde, Mulemme’ û Çarînan pêk hatine. Ji aliyê ‘Erûzê ve jî, temamê helbestên wî li ser kêşa ‘erûzê hatine nivîsandin. Wî bêtir helbestên xwe bi kêşa Hezec û Remelê nivîsandiye. Di nav helbestên wî de ji bil van her du kêşan kêşên din an kêm in an jî hîç nînin. Di nav helbestên Kurdî de sê parçe helbest jî bi mulemme’ hatine nivîsandîn. Parçek bi Kurdî û ‘Erebî ye. Yê din bi Kurdî û Farsî ye. Parçê dawî jî bi Kurdî û Turkî hatiye nivîsandin. Wate: Nîv malik bi Kurdî û nîv malikê dî bi yek ji wan sê zimana ye.
Ji aliyê naverokê ve jî helbestên Kurdî zêdetir ji bingeha sofîzma maddî hatine hûnandin. Wate: Kurdî di helbestên xwe de wek helbestvanên kilasîkên din beḥsa jinê nake lê ciwanî û xoşikîya Xwudê li bedena mêrxasek an însanek bi giştî dibîne. Eve jî bûye xisusîyet û taybetmendîya helbestên Mistefa Begê Kurdî. Ta niha têzekî doktorayê li ser rol û pêgey Mistefa Begê Kurdî hatiye nivîsandin li Zanîngeha Silêmanî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Naz Eḥmed Se‘îd ve bi navê “Dengî Mistefa Begî Kurdî Le Şî’rî Klasîkî Kurdî da”[1] Digel ku gelek helbestên wî hene jî em dê li vir wek numûne şeş helbestên Mistefa Begê Kurdî raberî we bikin.
ÇÊJTIM EM RO JEHRÎ MAR
Çêjtim em ro jehrî mar û roḥî şîrîn im nehat
Zamî konem hate jan û merhemî birîn im nehat
Min xem im xward û xemîş xiwênî cigermî xwarde we
Boye giryam çend beçend, firmêskî xwênîn im nehat
Ẋem serî lêdam û yarîş qet serêkî lê nedam
Sebr û hoş im royîwe , ẋaretgerî dînim nehat
Dill desûtê çîn be çîn deşkête ser yek wek fener
Xawenî rûyî ateşîn û zulfî çînçîn im nehat
Dîde wek hewrî beharan xwên debarênê û seday
Pêkenînî ẋunçeyî new sebz e perjîn im nehat
Goy serim çewganî mîḥnet daye ber xoy ray firrand
Way ‘eceb, bo şasiwarî xaneyî zîn im nehat?
Kewtime wextî mirdin û ẋem xistimye ḥallî ẋerrẋerre
Kurdî bê kes xom le hîç layê seday şîn im nehat.
LEYLEKEY BÊ MEYLEKEY
Leylekey bê meylekey meḥbûbekey ‘eyyare kem
Şoxekey bedbextekey bê reḥmekey ẋeddare kem
Zallimey le Xwuda netirsey kafirey bê mirwet e!
Qatilley ‘aşiq kujey celladekey xûn xware kem
Gullbeden, sîmînzeqen, xet yasemen, fendeqdehen
Esmerey qed ‘er‘erey naz û nezaket dare kem
Leylekey, çaw mestekey, dill bestekey, newrreste kem
Ḥûrîyi cennatu tecrî teḥtehel-enhare kem
Newcewan, ebrokeman, şîrînzuban û nukte dan
Turkreftar û perîruxsar û perçem dare kem
Ger reqîb! Sed car derim ka ya cinêw im pê bida
Na‘îlac im her debê bêm bo selaḥî kare kem
Emêsta boyeke Hîcrî jehrî dûrî çeştuwe
Tellix guftar e kelamî le’lî şekkerbare kem.
SEDAY SEMTÛR
Seday semtûr e kellem germ e em şew
Çirîkey bangî dill bê şerm e em şew
Be naxun karî Ferhad dê le destim
Weha şahûl e sînem[28] nerm e em şew
Le tenhayî be yadî roḥî Mecnûn
Xeyallî geştî deşt û derme em şew
Ẋubarî xakî Wamîq ger Beheşt e
Ke qapî to sebûrî derme em şew
Le er rûm zamî naxûn nexşî toy best
Temay sin’atekey Azer me em şew
Le dewrî şem gerra Perwane nakam
Le ser rêy wesllî to rehber me em şew
Eger çî yar û yawer bûn be duşmin
Xemî bê yarî bû yawer me em şew
Ke çunke boy wîsalî toy têda ye
Nesîmî subḥ xeber awer me em şew
Ser im şorî wîsalî kewt e ser baz
Dîsan Kurdî ke derdî ser me em şew.
‘EZÎZAN!
‘Ezîzan! Min ewa royîm le latan
Le mezllûman billa çoll bê willatan
Ke êwen padişay lutf û ‘edallet
Be xwa ḥeyfe bi rencên gedatan
Egerçî xak û xollî rehguzar im
Be serma xo guzer naka sipatan
Were binwarre çawî pirr le xwênim
Be tefsîlat bibînin maceratan
Ke min royîm Cehennem pirr meken lêm
Le min xallî meken koşk û seratan
Cefatan dam û kujtimtan be zarî
Nizûlî reḥmet e cewr û cefatan
Îlahî min bibim rojê dused car
Be qurbanî geda û padişatan
Mellên kellkî nebû royî Cehennem
Ser im qellxan e bo tîrî qezatan
Nesîmî koyî to xatir deka cem
Be boy turrey peşêwî paniyatan
Min im serkirdetan bo leşkirî ẋem
Detirsim min birrom bişkê sipatan
Eger sebr û eger dill bû, weger roḥ
Hemû royîn, çî ye îtir tematan?
Seferman çunke rêy hat û nehat e
Du‘aman bo biken êwew xudatan
Tikay Kurdî weha ye êwe car car
Biken yadî muḥîbbî bê riyatan.
Ji bo bêhtir agahîyan binere: Naz Eḥmed Se‘îd, Dengî Mistefa Begî Kurdî Le Şî’rî Klasîkî Kurdîda, Têza Diktorayê, 2014, Silêmanî; Miḥemed Mistefa (Ḥemebor), Dîwanî Kurdî (Mistefa Begî Kurdîy Saḥêbqiran), berga 1 û 2, çapxaney Aras, hewlêr 2010; Dr. Marif Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî, Bergî Sêyem, Bilawkrawey Aras, Çapî Yekem, Hewlêr2003.[1]
Zam: Birîn[
Xwardewe: Xwar, Vexwar
Ẋem serî lêdam: Xeman ziyareta min kir, Ẋeman serî li min dan
Royîwe: Revîye
Desûtê: Dişewite, disoje
Fener: Lampa, fanos
Dîde: Çav
Goy serim: Serê minê weke top û balon
Çewgan: Goçan, gopal
Şasiwar: Şehsiwar, mêrxas, siwareka rind
Kewtime: Ez ketme
Ẋerrẋerre: Xirrîna ber mirinê a di hengama ruhvekişandinê de.
Ẋeddar: Sitemkar, zalim, zulumkar, cewrkar
Newrreste: Nûtêgihîştî, tazepêgeyîştî
Cennatu tecrî teḥtehel-enhare kem: Amaje bo ayeta 136 a sureya ‘Alî ‘Îmran, çend beheştek ku di jêrê wan de rubarê avê diherrikin.
Nukte: Mebest biçûktiya dev û şîrînîya ziman e.
Cinêw: Çêrr, dijûn. Xeberên nebaş
Na‘îlac im: Bê derman im, naçar im, mecbur im.
Selaḥ: Başkirin
Hîcrî: Yê ku ji welatê xwe vediqete û muhacir dibe. Kurdî mexlesa “Hîcrî” di wextê mihaciriya xwe de bikaranîye.
Seda: Deng, awaz
Semtûr: Amûrekî muzîkê ye
Kelle: Serî
Em şew: Ev şev
Naxun: Nînok, neynik, neynok
Şahûl: Sitûn, şaqûl, keresteyekî xanî dirûstkirine
Sîne: Sîng
Mecnûn: Mebest ji Mecnûnê dilberê Leyla ye
Ẋubar: Toz
Wamîq: Dilbera Ezra
Qap: Nig, ling, pê
Sebûrî: Hedarî, aramî, hêminî
Rû: Rûxsar
Azer: Bavê hezretî Îbrahîm. Sin‘eteke Azer senem û pût çêkirin bû.
Şem: Mûm, çira, lampe
Perwane: Teyreke biçuke. ‘Aşiqê ronahî û çirayê ye.
Wesll: Wîsal, gehîştin
Yawer: Yar, alîkar, havdem, piştevan
Boy: Bên
Nesîm: Bayê serê sibê
Subḥ: Sibeh, beyan
Şor: Sewda, eşq, arezû
Baz: Navê teyrekî ye.
Ser me: Serê min e.
Ejder: Ejderha, ezya, marê mezin
Be ẋeyrez: Bi xeynê wî, xeyr ji wî
Bûse: Maçkirin
Qesd: Niyet, niyaz, mebest, xwestin
Qehr: Kîn
Serapa: Ji ser heta pê
Ten: Leş, beden
Sûrax: Kun, qul
Te’rîf: Danasîn, nasandin
Kakoll: Perçem. Ango zulfe zilaman
Zerb: Derb, lêxistin
Emin: Min, ez
Meqtûl: Ê ku hatiye kuştin, kujraw
Yek lemḥe: Yek lehze
Nesîb: Beş, pişik
Kewser: Navê rûbarekî ye di beheştê de
Geda: Kole, bende, hejar, feqîr
Koyî: Baregah, menzil, meqam
Bote: Qalib
Fîrqeta: Dabiran, cudabûn, destjêberdan
Xulase: Pûxte, kurte
Bê ẋeş: Bêqirêj, temîz, paqij
Meqbûll: Tiştê ku tê qebulkirin
Zerr: Zêr, altûn
Jana: Ey riha min, ey canê min
Ruxsareket: Rûyê te
Guftar: Axaftin xweşik
Ehlî: Xelkê
Çîn: Welatê çîn
Neqqaş: Ew kesê ku resm û nexşan çêdike.
Bellan: Emma, belam, lê belê
Teswîr: Şêwe, şekil
Kirdigar: Xwedê
Men’: Rêlêgirtin
Coya: Arezûmend
Nesrîn: Cûreyekî gul e
Mentîq: Zansta mentîq
Tey kird: Kurt Kir, fêm kir, derik kir
Ba’îs: Ho, sebeb
Axir: Îdî, nîhayet
Meşq: Mijûlbuna ji bo hînbûna karekî
Beşq: pîrozî, heqqî
Rîswa: Bêheya
Perwa: Tirs, bak, endîşe, xof
Royîm: Royîştim, rûniştim
Le latan: Li cem we, li ba we
Sipatan: Leşker
Binwarre: Bibîne, binêre
Pirr: Tijî
Macera: Bûyer, serhatî
Kujtimtan: Hûn ez kuştim, we ez kuştim
Mellên: Nebêjin
Îtir tematan: Îdî hûn li bendê çi ne? Ango mebestê we çiye
Tika: Rica, daxwaz
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=416046&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Mistefa Begê Kurdî û Şeş Helbestên Wî=KTML_Link_External_End=