#Nûbihar# bi 'Berxwedana Araratê' derket.
Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di hejmara xwe ya 163'yan de bi navê Berxwedana Araratê, 1926-1931 dosyayeke amade kiriye.
Nûbihar ku sê mehan carek derdikeve, hejmara xwe ya bihara 2023'yan pêşkêş kir. Nûbiharê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser serhildana Agirî amade kiriye. Edîtorê kovarê Suleyman Çevîk di danasîna dosyayê de wisa gotiye, Berxwedana Araratê jî weke hereketa sala 1925 an li hemberî siyaseta dewletê bertekek bû. Di destpêkê de hinek kesên beşdarî serhildanê bûne endîşeyên wan yê millî zêde nebûn, paşê hereketê rengê xwe yê netewî daye wan kesan jî. Wekî hûn jî dibînin ku ev jimara me dosyaya Berxwedana Araratê ye.
Dosya ji aliyê Mehmet Gultekin û Nihat Gultekin ve hatiye amadekirin.
Di dosyayê de Nihat Gultekîn ligel Mehmet Sadik Varli hevpeyvînek çêkiriye. Varli dibêje, Ji bermahiyên tevkujiyê kesên av bi wan germ bibe şandine Girtîgeha Edeneyê! û bi vê yekê qala kesên piştî berxwedanê mane kiriye. Ji bilî vê Nihat Gultekîn bi nivîsa Şahidiya Şahidan, Komkujiya Geliyê Zîlan ked daye dosyayê.
Yek ji edîtorên dosyayê Mehmet Gultekîn bi du nivîsan jî ked daye dosyayê. Yek jê bi navê Berxwedana Araratê û Biro Hesikê Têlî ye, ya din jî portreyek e: Ronakbîrek ji salên berxwedana Araratê: Nûman Hulusî Efendî.
Lêkolîner #Rohat Alakom# ketiye nava çapemeniya Swêdê û ji nûçeyên li ser berxwedana Agiriyê nivîsa bi sernavê Serhildana Agiriyê Di çapemeniya Swêdê de (1930) pêşkêş kiriye.
Haluk Agrîn jî porteya Yek ji lîderên Berxwedana Çiyayê Agirî: Xalis Beg amade kiriye.
Di dosyayê de çend nivîsên wergerê ku dosya rengîn kirine jî hene. Ji van M. Zahir Ertekin ji tirkiya osmanî nivîsa Derd û Xemên Ji Husna Dilberê Beyazidê Duwem, Aziz Tekin jî Nadir Beg ji tirkî wergerandiye. Her wiha Mustafa Gokhan jî nivîsa Îhsan Nûrî Paşa û Kurtedîroka Rojên Îranê ji soranî bo kurmancî amade kiriye.
Dîsa Mustafa Kilicaslan jî nivîsa Serhildana Araratê ya Kurdan a sala 1930'yî û salixdana wê di stranên dîrokî de (Ordîxanê Celîl) amade kiriye.
Li aliyê din nivîs û helbestên Muqades Agirî, Osman Sebrî, J. Ahmed Yildiz, Kevok Mizgîn, Cimoyê Merûf, Evdî Hesqera û Azad Rêbiwar di dosyayê de cih girtine.
Ji bilî dosyayê, di vê hejmarê de nivîs, çîrok, helbest û wergerên van kesan di kovarê de cih girtine: Yûnis Amedî, Berken Bereh, Rojen Barnas, Sabri Akbel, Sidîq Gorîcan, Hafizê Şîrazî (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar), Omer Faruk Feyat, Felat Dilgeş, Mutî, Muhammed Bozkoyun, Ahmed Arif (Wergera ji Tirkî: Talat İnanç, Şukran Çaçan, Asyah Goyî, abri Akbel. [1]