Navê pirtûkê: Rêya teze, pyêsa ji sê perda
Navê nivîskar: H. Şalçjan
Navê wergêr: Heciyê Cindî
Wergera ji ziman: Ermenî
Cihê çapkirina pirtûkê: Weşan : Rewan
Navê çapxaneyê: Weşan : Hukumata Şewra Ermenistanê
Sala çapê: 1931
[1]
Rêya teze
Emelê ewlîn
Mala binêrd û xefikî, ji pencerê rex derî ronayî davêje hundur, pencere bi erdêra xeber didin, du kerabatê hesin kevin, texte, çend rûniştek, sobeke pizinî, kevin. Li ser dîwarê malê û hundur malê ser ùirîteke pêrêzî çend çil, palas, kincik, paçik raxistine û her tişt tevî heve.
Şikilê pêşin
Casim, Gulê û paşê jî Cangir
Gulê – (Rex sobê runiştye, derdana dişo, bi xue-xue). Wey roja min reş û hiş be, ew roj reş be, ku mêrê min ez anîm Tiflîsê, giva haz baê dinê hebim, ji mala Têmûr aqa aza bibim, hatim, çi kar min dît? Min kurekemê kurê xue ji bîna temiz û berga fire ve xefikêda da xeniqandinê, ax lawo, min por kurê… (Fereq şuştinê dihêle û dest bi grînê dike. Derî bi çetinî vedibe, Casim westayî gava radihêle, palanê xuê dide alîkî, dibe rex dîwêr, axînek drêj dikşîne. Nan û .[1]