Navê pirtûkê: Min bêriya şevên spî kiriye
Navê nivîskar: Tosinê Reşîd
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2005
[1]
Keman dinale, keman dilûbîne.
Sazbendê kal ji cîhana dor xwe, ji xerêqê rojê gişkan hilatiye û xwe berdaye nav cîhana awazan.
Ji gurbûna hesîna bedena wî bûye kevan
Bi dil û can lê dixe !
Ez gelekî dixwazim carekê herim St. Pêtêrsburgê.
Min bêriya şevên spî kiriye !
Zanî, çawan te got 'Polonêz' a Agînskî salên xortaniya te tîne bîra te, a min jî piraniya bîranînên min bi şevên spî ra girêdaniye.
Tiştekî ecêv e, di salekê da ew şev tenê du, sê hevta didomînin, lê baştirîn bîranînên min bi wan şevan ra girêdaniye.
Xerîbî tîştekî sêr e. Tişt hebûn, wekî li welêt tu caran ne dihatin bîra te, lê li vir bi şev û roj ji bîra te naçin.
Li vir hebalê min tune ne, kesî derd û kulên min tê bigihîje tune.
Lêxistina vê kemanê nîn bûya, niha ez ji zû va davanî bibûm. Gava ez kemanê dixim û çavên xwe digrim, min tirê ez dîsan li welêt im.
... û ez herim.
Berî şevên spî dest pê bibin, ez ê herim !