Nav:Dilyar Şêxo
Dîroka jidayîkbûnê: 25-02-1978
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
Hunermendê kurd Dilyar Şêxo ku bi nasnavê Simelê Batoncî jî tê nas kirin di dîroka 25-02-1978'an de li gundê Çariqliya bajarê Kobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Dilyar hîn di temenê xwe yê 5-6 salî hezkirina xwe ji wênexêz û xêzkirina li ser dî waran re hebûye, li kêlek wê jî gelek ji mûzîkê hez dikir, ji vê sedemê çi tişta ku li ber wî diket pê dijenand. Di hefsaliya xwe de dest bi xwendina serretayî li dibistana Rêfiyê dike, heta 11 saliya xwe de li kobaniyê dixwîne paşê di sala 1991'ê de bi malbata xwe re koçî serêkaniyê dike li wir di dibistana Ibn Xeldûn ya navîn de dixwîne, piştî demekê ji ber rewşa aboriyê nekarî xwendina xwe dewam bike, ji ber vê yekê dest bi karê dirûnkariyê dike. Lê her hezkirina mûzîkê û bi taybet amûrê tembûrê di hundirê wî dikeliya û bi xwe re her û her stran digot û dijenand.
Carên pêşîn li ser stranên tirkî guhdar dikir, lê bi alîkarî û piştgiriya birayê xwe ve wî kelejanî stranên kurdî dike û cara destpêkê li stranên Diyar Dêrsim guhdarî dike. Êdî di pey re li Stranên Mihemed Şêxo, Birader, Şivan Perwer, Şerîvan, Eyşeşand û hwd din guhdarî dike.
Di sala 1995'an de vedigere bajarê Kobaniyê. Di sala 1996'an li Libnanê de xebata yekemîn ji peyvên Azad Kurd û awazên wî ya bi navê ''Dil bi êş û birîn'' derdixin.
Gelek salên dû û dirêj bi koma Azadî, koma Botan û mûzîkê re didomîne. Di sala 2000'î de dizewice û dibe xwedî zarok. Di sala 2011' diçe bakurê kurdistanê û li Amedê di navenda Cegerxwîn hîn bi awayekî zanistî xwe fêrî mûzîkê dike û di warê doblac û mûzîkê de dixebite. Her wiha stodiyoke bi navê Miştenûr ava dike.
Li ser gelek stranên mîna ''Çi çi çi heye li rojava şoreş heye, Daweta li rojava, ax kobanî'' derdixe. Ew vêga li derveyî welat dimîne û hîn jî li ser kar û xebatên mûzîkê berdewam dike.[1][2]
Çavkanî: Hevpeyvîna bi hunermend Dilyar Şêxo re