Sultan Kosen
Sultan Kosen ji Mêrdînê ji gundê Dede ye. Ev gund bi ser navçeya Dêrikê ve ye. Ew mirovê herî dirêj yê dinyayê ye. Sultan Kosen di sala 2009an de ji alîyê sazîya cîhanî ya rekortan Guinnesê ve weke mirovê herî dirêj ê dinyayê hate tomarkirin û hêj ti kesî rekora Sultan a bejin bilindiyê ne şikandiye. Sultan ji ber pandemiyê niha nikare ji mala xwe dere derbikeve li bende ye ku pandemî xilas bibe û ew carek din bizivire ser kar û barên xwe.
Sultan Kosen ew bi bejna xweya 2 metre û 51 santîm kesê herî bejin bilind ê dinyayê ye û Kurd e.[1]
Sultan ji gundê Dede yê bi ser Dêrîka Merdînê ve ye. Ew di sala 2009an de ji aliyê saziya Guinnesê ve kesê herî dirêj yê dinyayê hate destnîşankirin wate rekora qam dirêjîyê ya cîhanê ji 2009an vir ve di destê Kurdekî de ye.
Kesê herî dirêj li ser asata cîhanê Sultan Kosen ji Rûdawê re got: “Ez di sala 1989an de ji nexweşiya xwe hayîdar bûm. Lewra şewqa çevên min kêm dibûn. Min nema dikaribû bibînim. Min rewşa xwe ji malbata xwera got û em çûn doktor. Ez muane bûm,fîlma sere min giştî kişandin doktor ji min re got di sere te de ûr heye. Ew ûr hestiyên te bê kontrol dirêj dike û di serde jî hestîyên te bêhêz dike.Dûra bejna min pîvan di dinyayê de kesê herî dirêzj ez derketim. Bejna min 2 metre 51 santîm e. [1]Wê demê gelek kêfa me hat û me qurban da û ez ketim pirtûka Guinnesê.”
Mirovê herî dirêj yê dinyayê ji destpêka pandemiyê heta niha li gundê xwe di mal de asê ma ye çeverê ye ku pandemi xilas bibe û ew carek din berê xwe bide dinyayê bigere û projeyên xwe pêk bîne.
Sultan Kosen herwiha got: “Înşalah ez dê dîsa bernamê xwe çekim ez dê dîsa bigerim. Min gotibû divê ez li dinyayê giştî bigerim. Ez heta niha li 127 dewleta geriyam ji xwe hindik mane.”
Malbata Sultan û herwiha bavê wî jî ji ber taybetiyên Sultan yên ne ji rêze her alîkarin ji wî re.
Bavê Sultan Kosen, Abdurahîm Kosen jî got: “Di nav zarên min de tene Sûltan wiha ye. Ez ji rewşa wî kêfxweş im.Tu carî ez aciz nebûme. Xelkê Mêrdînê jî ji hebûna Sultan kêfxweş in. Di nav zarên xwe de ez bêhtir ji Sultan hez dikim. Lewra tênê ez û ew mane, zarên min yê din hemû ji me cihê bûne.”
Apê Sultan Kosen, Abdulqadîr Kosen jî dibêje: “Sûltan li ser asta dinyayê mînak e. Ew wî qîmeta ku hêjaye nabîne. Him di dewleta xwe de him jî li derveyê welatê xwe. Em dixwazin ew wî eleqeya ku hêjaye bibine û ew bigihîje heqê xwe ji wî re rehetîyek çêbe. Ji tendurustiya wî ji bo jiyana wî divê qîmeta wî were zanîn. Lê ew wî qîmetê nabîne li welatê xwe jî li derveyê welatê xwe jî.”
Ev bejna dirêj a Sultan ji ber nexweşiyekê gihiştîye vê astê. Ew di 10 saliyâ xwe de bi nexweşiya xwe dihise ku bejna wî her diçe dirêj dibe. Piştî tedawîyek dûr û dirêj hestûyên wî nema dirêj dibin lê heta wî astê qama wî dibe 2 mitre 51 cm lingê wî jî dibe 61 nimre.Tevî hemû astengîyên jiyanê Sultan qam dirêjîya xwe weke avantaj bikartîne.