Mizgîn Zîlan a 19 salî li parêzgeha #Amed#ê di werzîşên judo û halterê de li ser asta #Bakurê Kurdistan# û Tirkiyê bûye yekem. Ew ji dayîkbûnê ve %53 nabîne. Lê wê werzîş ji xwe re kiriye ronahî û bi rêya werzişê, li pey xeyalên xwe diçe û dixwaze bibe şampiyona cîhanê.
Werzîşvan Mizgîn Zîlan Agahatun got Ez bi kesî re nediaxivîm, peywendiyên min bi malbata min re jî nebûn. Lê dema di 15 saliya xwe de min dest bi werzîşê kir jiyana min bi tememaî hat guhertin. Bixwe bawerbûna min zêde bû, peywendiyê min ligel malbata min baş bûn. Min dît ez jî dikarim di karekî de serkeftinê bidest bixim. Werzîşê ez ji tarîtiyê derxistim ronahiyê.
Di heman demê de gelek caran Mizgîn alîkariya bavê xwe jî dike. Bavê wê nêzîka 22 salan e karê xizmetguzariya avahiyan dike, lê ji ber nexweşiyên wî hene Mizgîn di paqijkirina derdorê û avdana baxçe de dibe alîkar.
Yaşar Agahatun bavê Mizgîn dibêje Berî dest bi werzîşê bike di halê xwede bû û bi kesê re nediaxivî, lê piştî wê hêdî-hêdî vebû, kêfxweş bû û bi wê re em jî kêfxweş bûn. Gelek ferq kiriye ez bi wê serbilindim û em hêvîdarin serkeftinên mezintir jî bidest bixe.
Mamostayê Mizgînê hê dema di dibistana navîn de bûye ew keşif kiriye ku xwedî şiyaneke taybet e û dikare pêş bikeve. Ew ligel dibistana amadeyî ku ji derve dixwîne, li kêleka xwendinê werzîşê jî dike.
Mehmet Emin Erdogan mamostayê Mizgînê diyar kir Gelek werzîşvanên me hene wek Mizgîn, bi werzîşê jiyana wan gelekî hat guhertin. Yên hatin vir û bi werzîşê jiyana wan bi temamî guherî hene, yên hatin vir hev naskirin û zewicîn hene, yên bûn şampiyonên cîhanê hene. Ez bo hemû kesên astengdar dibêjim, li şûna di navbera çar dîwaran de dimînin, divê hewl bidin.
Mizgîn, cara yekê sala 2019an di Pêşbirka Judo ya Kêmbînayên Tirkiyê de li Karamanê dibe yekem û madalyaya zêr bidest dixe. Piştre xwe di Halterê de pêş dixe û 29-31ê Tîrmeha 2022ê beşdarî Pêşbirka Halterê ya Nabînayên Tirkiyê dibe û dîsan madalya zêr bidest dixe.[1]