Tirkiyê li #Başûrê Kurdistanê# çend rêyên taybet li herêmên çiyayî çê dike, beşek ji wan rêyan ji bo bi hev girêdana xalên xwe yên serbazî ne, welatiyên wan navçeyan ji diyar dikin karê Tirkiyê ziyanên mezin li karê wan daye, her wiha mal û milkê welatiyan jî ketiye ber wî karê Tirkiyê.
Zêdetirî sê mehan e Tirkiye kar li ser vê rêyê dike di nava axa Başurê Kurdistanê de, rê dikeve nav sînorên nahyeya Kanî Masê. Li deştanê dest pê dike ber bi devera Nîhêlê û Serê Kork û Binavya diçe û çend gund dikevine ser vê rêyê ku niha gihîşte gundê Helweya Misilmanan. Gundê herî nêzîk ê avedan li vê rêyê Gundê Tirwanişê ye ku xelk tê de ye û berdewam li derdorên wê şer e.
Nişteciyê Gundê Tirwaniş Mihemed Tahir anî ziman, “Rêk diyar hêdî hêdî tê, heta digihêje Gundê Helweya Misilmanan û ber bi Zêya Mezin diçe, li wir jî rêyeke din li nava Nêrwe û Rîkanê tê û em nizanin ka gihiştiye hev yan na.”
Tirkiye niha kar li ser çar rêyan dike li parêzgeha Duhokê. Rêka yekem li Serdeşt gihandiye gundê Helwe û Melixte bi kûrahiya 15 kmyan.
Rêya duyemîn li geliyê Feqîr ber bi gundê Bêtkar ve niha gihiştiye dirêjahiya 60 kmyan. Her du rêyên din di qonaxên destpêkê dane li devera Nêrweyan e û gihiştiye dirêjahiya 6 kmyan. Ew a din li devera Rêkanyan r û dirêjahiya wê gihiştiye bêhtirî 8 kmyan. Ev rê ber bi rêze çiyayên Metîn diçin.
Mixtarê Gundê Bêtkarê Ehmed Se'dûn got, “Ew darê dîm gelek birî heta gihiştiye milkê aşê ketiye ber aşê avê kevn û çendîn zevî ketine ber careke din ber bi çiyay Birî.”
Armanca Tirkiyê ji van rêyan gîhandina alîkariyên lojistik e bo wan xalên serbazî ku di operasyona “Pence-Kilît”de danîne.
Heta niha ne Hikûmeta Iraqê û ne ya Herêma Kurdistanê ti helwestekê fermî beramber van rêyên Tirkiyê ber bi kûrahiya axa Başurê Kurdistanî nebûye.
Endamê Parlemantoya Kurdistanê Muhsîn Doskî anî ziman, “Parlemantoya Kurdistanê lijneya navxwe û Pêşmergeyan çendîn civîn li ser vê mijarê kirine û raport amadekirine lê heta niha bersiveke tund nehatiye dayîn.”
Bi tenê di nav sala 2022an de Tirkiyê 24 xalên serbazî li deverên Nêrwe û Rêkan, Nihêl û Doskî Jorî danîne. Beşek ji wan xalên berfireh in û beşeke din biçûk in bo bergirîkirin ji xalên mezin hatine danîn.[1]