Bilal Hesen ( Bavê Hozan ), piştî çend mehan ji damezradina Partiya Demoqrata Kurdistana Sûriyê sala 1957ê, derbasî nav refên Partî dibe. Ta sala 1971ê, di van xebata rêxistinî dimîne.
B. Hesen yekemîn kese ku li herêma Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ) sala 1960î, agirê Newrozê bilind û gir dike, loma jî bi navê ( Lehengê Newozê ) tê naskirin.
B.Hesen, yek ji xudiyên ramana derxistina kovara „ Gulistan „, sala 1968ê, li Rojavayî Kurdistanê ye. Ji bilî karê siyasî, B. Hesen bi pênûsa xwe ta roja îro xizmet pirs û çanda kurdî dike.
Pirtûkek wî: ( Pend û peng ) hatiye weşandin, û çend destnivîsên wî li ser zargotina kurdî ji bo çapê amadene, û ferhengek jî li ber dastan e, ji çapê re.