Navê pirtûkê: Xatê Xanim
Navê nivîskar: Elîê Evdilrehman
Navê wergêr: Têmûrê Xelîl
Wergera ji ziman: Kurdiya Tîpa Slavî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Belkî
Sala çapê: 2004
[1]
Ji ber ku em di pêşketina demê de awiqî mabûn, em mecbûr man ku, berhemên 40-50 salî weke klasîk bi nav bikin; weke Xatê Xanimê a em niha wê weke klasîk bi nav dikin.
Binavkirin, a rast em di koplîkasyoneke binavkirinê de emirqutî bûn, mîrkutê demê ruhê me dikuta û hey dikuta, lê, ji bo kêlîkê be jî, ji navê me tu form nedifesilî. Sedema vê bênavbûnê; janên me ji bo me ne hêjayî pênc qurişan bû; di demê de me bi qasî pênc qurişan xatir nedabû janên xwe û em bê nav li bin guhê dîwaran ketibûn. Me navên hev xera dikirin, weke semiyolojîk (nîşanzanî) tu nîşanan jî, di mejiyê me de birûskên navan venedidan. Ev bênavbûn bi xwe re bêwatebûnek jî diajot ber lûla tifingê. Her navê diteqiya kaosa wateya jiyanê tev li hevtir dikir. Me weke derman kêr dieciband û her me weke derman kêr dieciband, navê tiştekî zelal dibû, navê tiştekî bi mahne dibû, ew xwîn bû.
Ji ber ku me navê xwe û navê hev xera dikir, tukesî û tu civakan navê me hilnedida. Me yê av li serjêkirina hebûna xwe venexwara ji ew kesên ku, navê me hilbidaya -ku dijmin bûya jî wê tutişt ferq nekira- û me yê bi serbilindî deqa xwîna xwe li eniya dijminê xwe jî bixista. Belkî jî navê me giran bû û tu zimanan nikarîbû ew hilgirta. Me tucarî weke netewe wext di kefa destê xwe de nefirkandibû, weke gelek tiştî em di hunerê de jî virnî mabûn û ev diyarde weke kêrekê hişê me diêşand, diçirand. Ev diyarde, weke zarokekî/e hê kamil nebûbû û rolên mezinan lê hatibe barkirin bû, ji lewre carinan mîsyon ji bin ve velişî dima.