Zoranbazên ji Colemêrg a #Bakurê Kurdistanê# li zozanên gundê Helişikê yê #Geverê#, ji asta deryayê 2 hezar û 500 metreyan bilind xwe ji şampiyoniyan re amade dikin.
Zoranbazên ku temenê wan di navbera 11 û 17an de diguhere, her roj 5ê sibehê radibin û dest bi rahênana xwe ya zehmet dikin.
Rêveberê Saziya Ciwan û Werzîşê ya Colemêrgê Sami Keskin li ser bernameya zoranbazan anî ziman, “Werzîşvanên me bi xwarinên xwezayî û li cihekî xwezayî rahênanê dikin. Ji bo werzîşvanên me rahênaneke baş bibînin û bo piştevaniyê çi ji destê me tê, em dikin.”
Zoranbazên zarok, ji bo hêz û taqeta wan baş be di rahênaneke tund re derbas dibin.
Zoranbaz Jîr Aras Kızıldogan got, “Em 5ê sibehê radibin dibezin û piştre tên taştêya xwe dixwin. Em di demên xwe yên vala de çîrokan dixwînin û lîstikên zîrekiyê dilîzin.”
Welatiyê ku mala xwe ji zoranbazên zarok re vekirî ye dibêje, ji bo serkeftina wan çi bikeve ser mile wî amade ye.
Şêniyê gund Aydın Altıntaş anî ziman, “Ev zarok ji bo gerê hatine vir, min jî bi xêra xwe daye wan. Ez car caran ji zarokan re tiştan jî dikirim, nan û erzaqên wan kêm be, ez amade me. Ji destê min bê ez ê xêra dayik û bavê xwe bidime wan.”
Li Colemêrgê 60 zoranbazên fermî yên ser Saziya Ciwan û Werzîşê ve hene. Ji wan 60 zoranbazan 18 dê 15 rojan li zozanên gundê Helişikê rahênanê bikin û piştre beşdarî pêşbirkên li ser asta Tirkiyê bibin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,583 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!