Derhêner #Dêrsim Zêrevan# qala serpêhatiya fîlmê ‘Nameyên Ji #Şengal#ê’ kir ku dê di salvegera rizgarkirina Şengalê de bê weşandin û anî ziman ku armanca wan gihandina peyam û rastiya berxwedana şervanan û civaka Şengalê ye.
Di rizgarkirina Şengalê de gelek serpêhatiyên awarte çêbûn û ji çîrokên berxwedanê fîlm hatin çêkirin. Yek jî fîlmên ku em qala wê dikin, fîlmê ‘Nameyên Ji Şengalê’ ye. Ev fîlm dê di salvegera rizgarkirina Şengalê de were pêşadan.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Mûsilê dagir kir, berê xwe da Şengalê û 3’yê Tebaxa 2014’an ji başûrê Çiyayê Şengalê dest bi komkujiyan kir. Bi hezaran pêşmerge bi talîmata PDK’ê şer nekir û ji Şengalê vekişiyan. Berxwedan bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA-Starê, şervanên YPG û YPJ’ê û piştre Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hat birêvebirin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke berfireh a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Li ser fîlmê ‘Nameyên Ji Şengalê’ derhênera fîlmê Dêrsim Zêrevan bersivên pirsên ANHAʹyê da.
Di serî de we ji bo fîlmê Nameyên Ji Şengalê xebateke çawa kir?
Di destpêkê ez 17 şervanên azadiyê yên herî dawî bi çekên kîmyewî şehîd bûne, bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Her wiha sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikim. Bi serfirazî jî têkoşîna keç û xortên di tunelên hêviyê de li çiyayên azad li ber xwe didin ku bûne hêvî û henaseyên vî gelî û sedema ev gel bi azadî dijî, silav dikim. Her wiha raperîna jinan a Rojhilatê Kurdistanê ku di kesayeta Jîna Emînî de bi pêş ketiye û bi dirûşma Jin Jiyan Azadî didome ku li seranserê cîhanê deng vedaye, silav dikim.
FÎLM BERHEMEKE JINAN E
Ev fîlm berhemeke jinan e. Ji aliyê senaryo û derhêneriyê ve jî fikir û berhemeke jinan e. Di nava siwarên Şengalê de jî jin cihê xwe digirin, bi giştî pêşengî û rêveberiya wê bi ekîbeke jinan re tê kirin. Her çendî hişmendiyeke desthilatdar hebû û zor jî hebûn, lê bi serkeftî û bi bandor bû. Hevgirtina jinan jî bandoreke mezin li xebatkarên vê xebatê kir. Xebateke pir bi wate bû, ji ber wê karekî serkeftî bû.
Xebata wê di dawiya sala 2018’an de dest pê kir. Wek ekîbeke jin me ev xebat bi rêxistin kir. Di 2014’an de êrişeke hovane li ser civaka me ya êzidî ya li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin, bazar bi çarenûsa vê civakê dihat kirin, ji ber wê birayareke wisa pêwîst bû ku serpêhatî û wê pêvajoyê û li ser civaka xwe ya êzidî fîlmekê çêkin. Fîlm bi qasî seatek û nîv e. Pêvajoya ku bi hezar mirov rastî kuştin û komkujiyan hatin, hatin koçberkirin, ji ber tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan, bi hezar jin hatin revandin û li Reqayê hatin firotin, Fermana 73’yan pêk hat. Diviyabû ev bihatana vegotin.
Ji ber wê, fîlmeke wisa ye ku behsa pêvajoya dagirkirina Mûsil û Til Eferê û nêzîkbûna DAIŞ’ê ji Şengalê re, çûyîna şervanên azadiyê ji bo parastina civakê, her wiha hatina 12 siwariyan û heta rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ'ê pêwîst dike. Bi vê pêvajoyê çîroka fîlmî dest pê dike.
Çima bi taybet we li ser Şengalê fîlm çêkir û navê wê kir ‘Nameyên Ji Şengalê’?
Li wir êşeke giran hebû û berxwedaneke bêhempa li Şengalê bi pêş ketibû, ev bingehekeke bi nirx e ji bo fîlmekî. Ji ber wê me girîng û pêwîst dît ku bi fîlmekî vê yekê vebêjin û rastiya civaka êzidî jî di aliyê çanda resen de nîşan bidin.
Armanca we ji çêkirina fîlm çi bû?
Armanca me ew e ku peyam û rastiya berxwedana şervanan û civaka wê derê ji her kesî re ragihînin. Lewra her kes bi vegotina serpêhatiyan û jiyana xwe, jiyana kesê derdora xwe vedibêje.
Jixwe xebata fîlmî di nava şert û mercên pir giran de dest pê kir, êriş û gef li ser civaka êzidî pir zêde bûn, her wiha lîstik û êrişên dewlata Tirk hebûn. Mînak jî, di dema kar de li Şengalê êriş pêk hat û heval Zekî Şengalî şehîd bû.
Jixwe projeya fîlm bi çoş û xiroş hat pêşwazîkirin. Xelkê Şengalê alîkariyeke mezin dan ekîbê. Pêvajoyeke wisa bû ku hem Heşdî Şabî derbas bû û hem ji aliyê PDK’ê ve dek û dolab hebûn. Lê tevî wê jî xelkê Şengalê xwedî li xebata me derket. Mirov dikare bibêje ku jiyana ekîbê jî di xetereyê de bû. Jixwe ekîbeke mezin bû, ji her çar pareçeyên Kurdistanê hebûn, Tirk û enternasyonalîst di nav ekîbê de hebûn. Her wisa xebateke kollektîf û komunal bû, her kes bi hezkirin tev lê bû, derketina serpêhatiyan di nava xebatê de ku car hebû bi dehan rojan me nikarîbû bixebitin, zoriyên wê jî pir giran bûn, lê bi tevlêbûna gel fîlmekî binirx û biwate hate çêkirin.
Li ser vê mijarê we fîlmên din çêkirine gelo?
Bi rastî me 2 fîlm çêkirin, Nameyên Ji Şengalê ku niha amede ye û yê din jî bi navê ‘Siwarên Şengalêʹ ye ku ew jî di demeke nêz de dê bigihêje temaşevanan. Her du fîlm jî bi serpêhatî û çîrokên cuda hatine çêkirin.
Fîlmê Nameyên Ji Şengalê cara yekê li Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Londonê hate nîşandan, wekî din jî me ew şandiye mîhrîcanên din, eger derfet hebe jî dê di salvegera rizgarkirina Şenaglê de li Ewropayê û bi taybetî ji êzidiyan re bê nîşandan. Em ê 13’ê meha Mijdarê li Rojava nîşan bidin, jixwe diviyabû li Şengalê bûya, lê derfet nebû, lê di demeke nêz de dê li wir bê pêşkêşkirin. Jixwe kedeke mezin a wê civakê hebû.
We çawa lîstikvan hilbijartin û kî ne?
Jixwe kesên ku di nava vê berhemê de xebitîn, ji civak û şervanan Şengalê û Rojava bûn, gelek lîstkvanan rolên nêzî rastiya xwe lîstin.
Rojavayê Kurdistanê piştgiriya Şengalê kir, tevahiya parçeyên Kurdistan tev lê bûn, ya rast zêdetirî 30 kesî bûn, ji bo me derfet kêm bûn û xebateke zor bû, lê heval ji bo serkeftinê derbasî nava xebatê bûbûn.
Şervanek ku di fîlm de rol girtibû, piştî vegera Rojava di şerê li Serêkaniyê de şehîd bû, ew jî şehîd Ocalan e ku kedeke wî ya mezin hebû û rola siwarên azadiyê di fîlm de lîstibû.
Hevalekî din jî, di xebata fîlm de, bi navê Hejar, di berxwedana Cenga Xabûrê de şehîd bû, hevkarî û mohra wî di fîlmî de hebû.
Ji ber wê bi qasî fîlm behsa şehîdan dike, heman fîlm bû berhama şehîdan jî, gelek ji “siwarên Şengalê” şehîd bûn.
Rol û serpêhatî ji bûyerên rast û heqîqî bûn. 2 hevalên jin heval Hedar û heval Neteweyî, berî fermanê xebateke wan a mezin li Şengalê hebû, niha jî wek efsane li Şengal tên pênasekirin û navê wan di fîlm de wek Roj û Stêrk derbas dibe, me navên wan wek sembol bi kar anîn, ez wan hevalan silav dikim.
Di dawiyê de ji bo temaşevanan hûn dixwazin çi bibêjin?
Ev berhem di encama ked û xebateke mezin de derket, xebata hunerî li ser van axan zor û zehmetî pir in û derfetên wê kêm in. Lewre tevahiya parçeyên Kurdistanê dorpêçkirî ne, di bin gef û êrişan de ne. Lê teî wê jî em hemû serpêhatî û rastiyên jiyanê yên gelê xwe pêwîst û girîng dibînin ku wan wek xebatên hunerî pêşkêş bikin.
Hêvîdar im ku fîlmê Nameyên Şengalê bi dilê her kesî be û nameya xwe bigihîne û hêjayî berxwedana Şengalê be, bikare rastiya wan ji cîhanê re vebêje. Karekî wisa em pê kêfxweş dibin û cihê serbilindiyê ye û ji bo hemû gelê Kurd azadî û serkeftinê dixwazim.[1]