Siddik BOZARSLAN
”Ferhenga #Erebî#- #Kurdî# ya bi navê ”#Nûbuhara Biçûkan#” jî, esereka Xanî ya giring e. Ev ferheng helbeskî ye; yanî bi awayê helbestan, wisa bi pîvek û qafîye hatîye nivîsîn. Xanî tarîxa nivîsîna wê, di dûwayîya wê da li gora tarîxa Hîcrî nivîsîye; ew tarîx 1094 e, ku li gora tarîxa Mîladî dibe 1683. Yanî Xanî, 32 salî bûye dema wê nivîsîye.
Ev ferhenga kurt ji 14 beşan pêkhatîye. Beşê pêşîn despêk e, ku Xanî di wî beşî da semedê nivîsîna wê ferhengê daye zanîn; mirov dikare bêje ku ew beş, pêşkêşîyeka kurt e jibo ferhengê. Beşê 2´yan rêzanîya dînî ye; Xanî di wî beşî da, tiştên ku zanîna wan li ser Musulmanan ferz e, dane zanîn. 12 beşên mayî jî ferhengê pêktînin.
Xanî, di despêkê da, piştê ku hemdê Xwedê kirîye û selewat li Pêxember anîye, li ser semedê nivîsîna ferhengê weha gotîye:
”Ji paş hemd û selewatan ev çend kelîme ne ji luxatan
vêkxistin Ehmedê Xanî Navê ´Nûbuhara Biçûkan´ lê danî
Ne jibo sahibrewacan belkî jibo biçûkêt Kurmancan
Wekî ji Qur´anê xilas bin lazim e li sewadê çavnas bin
da bi van çend reşbelekan li wan tebîetmelekan
derê zêhnê vebîtin herçî bixwînin, zehmet nebîtin”
Wek ku dixuye, Xanîyê nemir rûmeteka mezin daye zarûkên Kurdan û xwestîye bi nivîsîna ”Nûbuhara Biçûkan” di fêrbûna zimanê Erebî da alîkarîya wan bike. Ji ber wê yekê ye ku navê ferhengê jî li gora zewq û kêfa zarûkan, ”Nûbuhara Biçûkan” danîye (Li hin hêlên Kurdistanê ev nav jî hatîye kurtkirin û bi awayê ”Nûbar” tê gotin; mana wê jî ”fêkîya nûderketî” ye. Ev nav jî xweş e û li pirtûkê tê- ez dê di textan da gotina Nûbarê bikarbînim- Siddîq) ; ji ber wê rûmetdanê ye ku jibo zarûkên Kurdan gotîye ”wan tebîetmelekan”.
Bi rastî, ew daxwaza Xanîyê nemir gîhaye amanca xwe. Dema ku xwendina Kurdî li Kurdistanê serbest bû, zarûkên Kurdan piştê xwendina Qur´anê, ”Mewlûd”a Kurdî ya Melayê Bateyî, piştê wê jî ”Nûbuhara Biçûkan” dixwendin. Zarûkên Kurdan ew ferhenga hêja û şîrîn gelek dievandin û bi zewqeka mezin ew dixwendin; hin zarûkên Kurdan, tewr ew jiber jî dikirin.
Xanî, her beşekî ferhengê li gora pîvekeka erûzê nivîsîye û bi wî awayî xwestîye di eynê demê da zarûkên Kurdan hêj di buhara umrê wan da fêrê helbestan jî bike. Mesela, pîveka beşekî ferhengê ”mefaîlun feûlun mefaîlun feûlun” e, pîveka beşek ”mufteilun mefailun mufteilun mefailun” û pîveka beşek jî ”failatun failatun failat” e û bi wî awayî bala zarûkan kişandîye ser dersan.
Tiştekî dî yê balkêş jî ev e ku Xanî di serê her beşek da şîretek yan dîtinek nivîsîye û bi wî awayî bala zarûkan kişandîye ser hin tevgerên exlaqî yan ser giringîya xwendin û zanînê û wd.
Mesela di serê beşê 2yan da ev şîret heye:
”Hetta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf di dinyayê tu nabî ne meşhûr û ne marûf” (Yanî, ne dibî navdar û ne dibî naskirî)
Wek ku dixuye, di van her du malikan da giringîya xwendinê û xebata di dersan da anîye ber çavên zarûkan.
Di serê beşê 8/1 da jî ev şîret heye:
”Ger te divêtin tu bibî mêreser (yanî, mîr û ser) û mu´teber kîzb (derew) û xîlafê mebêje, ger te bikin ker bi ker” (kerî kerî- parçe parçe)
Yanî, eger hûn bixwazin bibin yekî rêzdar ango pêşeva, divê hûn ji rastîyan dûr nekevin. Rawestandina we divê wek Îsa, Mûsa, Sokrat, Hallac- î Mansûr (kurdekî Kakeyî bûye, kitêba ”Ezmanî Şîn” nivîsîye û 1100 berê li Baxdayê bi şikenceyê hatîye kuştin lê, heta nefesa xwe ya dawîyê stûxwarîyê nîşan nedaye), Bistamî, Suhreverdî û Pîr Abdal bibe. Belam li hemberî zulmê bi serbilindî rawestandin, rawestandina Xwedê heye. (Salnama Ehmedê Xanî, nivîsên Bahar Gultekin, r. 232; Cevdet Baycan, r. 226)
Dîsa li ser giringîya zanînê di serê beşê 11/1 da weha gotîye:
”Herçî kesê ilmekî, qenc xwendîye dewlet e, ger wî bi esil zanîye”
Wek ku dixuye, li nik Xanî, tenê xwendin ne bes e; tiştê ku mirov dixwîne, divê mirov wî tiştî bi esil bizane jî. Yanê jibo dewletê, zanîneke pirralî û fireh û têkûz pêwist e.
Li ser xweşbûna buharê û evînê û gerê jî ev her du malikên şîrîn di despêka beşê 12/1 da nivîsîne:
”Di fesla nûbuharê da digel dîlber biçîn geştê Ji ew xweştir umir nabît, li min ew hal qewî xweş tê”
Em bi hêsanî dikarin bêjin ku Xanîyê nemir, hem bi van şîret û dîtinên xwe yên zêrîn, hem jî bi naverok û awayê nivîsîna pirtûkê, jibo zarûkên Kurdan bi rastî jî hunereka geş û bêhnxweş afirandîye.” (Mem û Zîn, r. 17- 21)
Di van salên dawîyê da li ser Ehmedê Xanî gelek lêkolîn hatine kirin, makaleyên cure cure hatine nivîsîn ku ev cîyê kêfxweşîyê ye. Ji van lêkolînan yek jê, mamosta Kadri Yıldırım çêkirîye û wek pirtûk daye çapkirin. Navê pirtûka K. Yıldırım, ”Ehmedê Xanî Külliyatı, Analiz ve şerh, Nûbehara Biçûkan” e û ew di nava Weşanên Avestayê da di 2008an da li Stanbolê hatîye çapkirin. Pirtûk bi kurdî û tirkî ye û 382 rûpel e.
Li jor min çend şîret û dîtinên Ehmedê Xanîyê nemir ku di Nûbara Biçûkan da bûn, ji qelema Seydayê Bozarslan neqil kiribû. Li vir jî ez dixwazim hin şîretên Xanîyê gewre ku Kadri Yıldırım analiz kirîye û hin haydarîyên pêwist ku di derbarê pirtûkê da tespît kirîye, pêşkêşê we hêjayan bikim.
Xanî, di serê beşê 3/1 da ev şîret nivîsîye:
”Arifê (zana) ku bi qencîyê me´rûfî (naskirî) bit Dê helîm û sabir û mewqûfî (girêdayê heqîyê) bit”
Li vir jî Xanîyê nemir dide zanîn ku ew kesên ku zana ne û bi wî awayî hatine naskirin, lazim e ew xwedîyê sabrê bin, xweşbînî bin, lê girêdayê heqîyê bin, yanî ji heqîyê dûr nekevin.
Ehmedê Xanîyê gewre, di serê beşê 4/1 da jî ev şîret nivîsîye:
”Ger dê te meqsûdek (hedef-amanc) hebî, lazim divê lebî bi lez Xasma te me´bûdek (hurmetkarek) hebî daîm di emrê wî bibez”
Xanîyê nemir dide zanîn ku eger tu jibo amanca xwe bixwazî tiştek bi destxî, divê tu lez bikî, bi taybetî ew tiştê tu jê ra hurmetê dikî, divê tu timî di emrê wî da bibezî. Bi taybetî ev şîret û çend şîretên dî jî hene ku di beşeka dî da ez dê li ser wan rawestim. Ji ber ku di sîyaseta kurdperweran da, bi taybetî di van 200 salên têkoşîna Kurdan da mixabin Kurd bi giranî ji vê şîretê gelek gelek dûr bûne û loma nikaribûne bibin dewlet û loma bi serneketine.
Em di serê beşê 5/1 da jî vê şîreta Xanî dixwînin:
”Her çî bi ilmê cehl (cehalet) kir mubeddel (guhartin) Sifrê xwe wî kir bi zêr mubeddel”
Li vir jî Xanîyê nemir dide zanîn ku ew kesê ku cehaletê bi ilmê ra guhartine, ew sifrê xwe bi zêr xemilandine. Yanî, rûmet û giringîya xwendina ilmê nîşanê me dide.
Di serê beşê 6/1 da jî ev şîret hatîye nivîsîn:
”Ey ku te kîbrê daîm kirye jibo xwe merkeb (ker) Ewwel (pêşî) tu bê bike ”yê” paşê bigire merkeb”
Li vir Xanîyê gewre rexneyeka dijwar li kîbrê (quretî) dixe ku di normal xwendina vê şîretê da mirov tiştek fam nake. Lê di erebî da dema bê bi ”yê” ra were guhertin, yanî di şûna bê da ”yê” bê xebitandin, ew dibe ”kîr” ku Xanî raste rast xirabîya kîbrê nedaye zanîn; lê bi lîstikeke pedagojik guhertina du tîpên erebî, şîreta xwe daye zanîn.
Em di serê beşê10/1 da jî rastê vê şîretê tên:
”Ger te divêtin ku beraber nebitin kes bi te ra Îlim bixwîn hem emelî tu bike sin´et ji xwe ra”
Li vir giringîya yekîtîya dîyalektikê jibo gotin û kirinê (yanî teorî û pratik) raxistîye pêşîya şagirtan û nîşan daye ku ewên ku bixwazin li hemberê raqîbên xwe serfîraz bibin û bi serkevin, divê hem ilmê bixwînin û hem pratika wê ji xwe ra bikin sen´et.
Wek encam mirov dikare jibo Nûbara Biçûkan van çend nuqteyan tespît bike: Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî, ji despêkeke kurt, 13 beş, derdora 220 malik û qasî 1000 gotinên erebî- kurdî pêkhatîye. Yekemîn car ev kitêb bi alîkarî û pêşnînarên alimên kurd ve wek kitêba perwerdeyê hatîye qebûlkirin û di dersên şagirtan da hatîye xwendin. Bi vî awayî di perwerdeya medreseyan da kurdî bûye xwedîyê statuyek û ev li hin derên Kurdistanê heta salên 70yî jî berdewam kirîye. Divê were nîşankirin ku ev ferhenga kurdî- erebî, di dîroka zimanê kurdî da ferhenga ewil e. Ew ne tenê ferhenga pêşîn e, her weha ew esera ewil ya edebîyata zarûkan e jî ku bi helbeskî bûye.
Jibo bernameya perwerdekirinê di medreseyan da Nûbara Biçûkan, manifestoyek e û li gora metodên pedagojiyê hatîye amadekirin. Di pratika naveroka Nûbarê da Xanîyê nemir nîşan daye ku ew hem zimanê dayîka xwe kirîye bingeh jibo perwerdeyê, hem jî girîngî daye zimanê ilmê jî ku wê demê ew erebî bûye. Bi dîtin û kirinên xwe Xanî nîşanê hemî cîhanê daye ku divê bernameyên perwerdeyê jibo zarûkan, azadbûnê bike amanca xwe. Loma Xanî, jibo aştîyê û wekhevîyê di perwerdeyê da digel kurdî û erebî, cî daye farisî û osmanî jî. Ji wan xusûsîyetan giringtir, wî ne jibo zarûkên qesrê, lê jibo zarûkên xelkê xwestîye ku wê demê li Ewrupa jî perwerde, tenê jibo zarûkên çîna serdest bûn. Loma Xanîyê gewre, li seranserê dinyayê yekemîn zana û bîrewer e ku perwerdeyê jibo zarûkên hemî civatê xwestîye.
Bi gotineka dî Xanîyê filozof, di derbarê perwerdeyê da ew zanayekî pispor û pedagog bûye, di ilmê îslamê da jî ew alimekî gewre bûye, di ilmê zeman û taqwîmê (salname) da wek astronomekî bûye, di beşên çande û toreyê da jî pisporekî gewre bûye, di ilmê abûrîyê da jî ew wek ekonomistekî bûye û jibo zanîna li ser filozofiyê û ilmên giştî wek Herakleitos, Platon (Eflatun), Aristo û Farabî bîrewerekî pirralî bûye.
Wek jêrenotek; gotinên ku di Mem û Zînê da hatine bikaranîn, mamosta Kadrî weha tespît kirîye:19.601 kurdî, 6015 erebî, 918 farisî, 26 tirkî, bi tevayî 26.560 gotin in.[1]