Serpêhatiya tabloya kurdekî (1850)
#Rohat Alakom#
#25.11.2023#
Kiesewetter ji bo karê xwe bi awakî profesyonel bimeşîne, di sala 1850 an de li bajarê Lundê (li Swêdê) katalogekî berhemên xwe wek pirtûkekê weşandiye.
Wênesaz (resam) û etnologê alman Wilhelm Kiesewetter (1811-1865) di sedsala 19an de qasî 14 salan li herêmên cihê yên Ewrûpayê, Rûsya û Qefqazê geryaye. Wî gelên van herêman ji nêzîk ve nas kiriye û paşê gelek wêne, modelên plastîk û nexş efirandine. Berî deh salan dema ez li ser çapemeniya swêdî dixebitîm, cara pêşîn di rojnameyên swêdî de ez rastî navê vî wênesazê alman hatim. Di çapemeniya swêdî de em hin caran dixwînin ku eşya û tiştên din yên kurdan di pêşangehên cîhanê yên curbecur de jî hatine nîşandan û nasandin.
Salek piştî serhildana Bedirxan Beg, Kiesewetter di 1848an de çûye herêma Agiriyê, çend wêneyên kurdan çêkirine. Ew rastî serekeşîrekî kurd jî hatiye û wênekî wî çêkiriye ku em ê li jêr bi firehî li ser bisekinin. Ji ber vê yekê jî giringiya vê berhemê ya dîrokî mezin e. Lê heta ku ev wêne di pêşangehekê de bê nîşandan û di katalogê peşangehê de cîh bigre û bê nasandin qasî 2 sal derbas bûne. Çi dibe di sala 1850yî de dibe. Vê salê li gelek bajarên Swêdê pêşangehên Kiesewetter vedibin, katalogê berhemên wî tê weşandin. Gelo di salên kevin de li welatê wî Almanyê jî berhemên Kiesewetter hatine nîşandan? Vê gavê em bersîva vê pirsê ji ber sedemê kêmasiya zanyariyan tam nikarin bidin.
Wilhelm Kiesewetter du gerên dûr û dirêj li herêmên cihê yên Ewrûpayê, Rûsya û Qefqazê pêk anîne. Gera pêşîn di navbera salên 1838-1849 û gera duwem jî di navbera salan 1850-1852an de pêk hatiye. Kiesewetter dema gera yekem diçe Qefqasê, paşê bi karwanê deveyan berê xwe dide Tiflis, Rewan û paşê bi sîyarî diçe hêla Agiriyê (Ararat). Kurdên li vir, cîwar û xaniyên wan gelek bala Kiesewetter kişandiye. Ez bawer dikim Kiesewetter ew serekeşîrê kurd ku tabloya wî çêkiriye, vê demê nas kiriye. Di gera duwem de wî li Swêdê û Norweçê gelek pêşangeh vekirine, berhemên xwe pêşkêşî temaşevanên hunerhez kiriye. Ew dostanî û germaya swêdiyan û mêvandariya wan yek ji wan sedeman dikare bê hesibîn ku Kiesewetter zêde li van deveran maye. Kiesewetter dîyar kiriye ku wî salên xwe yên here dilşa li Swêdê derbas kiriye. Qezenc û hatina ji çêkirina portreyên gelek kesan ji bo hewcedariyên xwe xerc kiriye.
Dema Kiesewetter di sala 1850yî de tê Swêdê li bajarê Lundê cîwar dibe. Ew, katalogê berhemên xwe ji bo pêşangehan amade dike û bi swêdî diweşîne. Paşê ew berê xwe dide paytextê Swêdê, Stockholmê. Wî yek ji van pêşangehan di sala 1850yî de li Stockholmê, di salona mezin ya avahiya operayê de vekiriye. Wêneyê serekeşîrekî kurd li vir hatiye nîşandan. Vê pêşangehê heta roja 27-10-1850yî berdewam kiriye. Paşê heman pêşangeh li bajarê Uppsalayê vedibe, ev çalakî jî heta roja 14-12-1850yî vekirî dimîne. Di sala 1851an de hin pêşangehên Kiesewetter li çend bajarên Swêdê yên din jî vedibin wek li Gävle û Falun. Di 1852an de ew diçe bajarên wek Göteborg, Malmö û Lundê.
Ji îlanên rojnameyên swêdî yên vê demê em fam dibin ku kîjan peşangehê cîh daye kurdan. Rojnamên swêdî hin beşên rojnivîskên Kiesewetter jî bi wergera swêdî diweşînin. Ew di van rojnivîskan de qala gerên xwe li Qefqazê, çand û jîyana wan ya li van herêman dike.
Yek ji wan tabloyên Kiesewetter ku me dîtîye serekeşîrekî kurd nîşan dide. Ev berhema dîrokî bi rengîn amade bûye. Serekeşîr li ber derê mala xwe rûniştiye û kêfa xwe dinêre. Ew nargîleya xwe dikşîne. Kiesewetter navê vî kurdî nade, tenê wek “paşa” û “serekeşîr” bi nav dike. Mirov ji kincên wî derdixe ku ew kesekî halxweş û navgiran e. Serekeşîrê kurd li ser teniştê rûniştiye, destekî xwe biriye cênîga xwe û wek kesekî fîlozof poz daye. Li aliyê çepê jêrê çend mal yan jî xolikên kurdan yên binerd jî xuya dikin. Derdor êdî hêşîn bûne. Wisa xuya dibe ku ev der qişle ye (aran) û kurd hê derneketine zozanan. Di cîhekî danasîna vê tabloyê de Kiesewetter qala xanî yan jî xolikên kurdan, jîyana wan ya li zozanan dike: “Dema bahar tê bestên çêre careke din dibin xweyê hêşnaya teze bona keriyên wan. Cîwarên xwe yên li binerd ber didin û diçin binê kon û çadiran de dijîn. Bi vê zêdebûna germa havînê ew hêdî hêdî berê xwe didin herêmên çîyayî yên zêde dûr”. Li paş serekeşîrê kurd herdu çîyayên Agiriyê (yê piçûk û yê mezin) xuya dikin. Hunermend şaşik û serpêşa serekeşîrê kurd ya sor aniye rêza serê çîyayê Agiriyê ku wek pîramîtekî yan jî konîyekî xuya dikin. Serê vî çîyayê pîroz dîsa wek hertim bi berfa spî alandî ye.
Ev tabloya serekeşîrê kurd berî 175 salan bi boyaxa rûn hatiye çêkirin. Tablo li Swêdê di gelek pêşangehan de hatiye nîşandin. Di katalogê van pêşangehan de hin agahî li ser vê tabloyê û kurdan hatîye pêşkêşkirin. Bi kurtî ne tenê ev berhema bi xwe, ji aliyê din dîroka berhemê ya hunerî jî giring e. Serpêhatiya vê tabloya kevn rûpelekî rengîn yê têkiliyên kurd-alman û kurd-swêd jî pêk tîne.
Dema Kiesewetter pêşangehek li Stockholmê vekiriye, wêneyê serekeşîrê kurd jî nîşan daye. Em vê yekê ji katalogê pêşangehê û îlanên rojnameyan fêr dibin. Îlaneke ku di rojnameyan de belav bûye radighîne ku ev pêşangeh ji encama gerên Kiesewetter yên di nav gelên Rohilatê de çêkiriye, pêk hatiye. Di îlanekê de armanca vekirina vê pêşangehê jî wiha hatiye îfadekirin: “Tiştek nikare ji nasîna cîhanê û şêniyên wê xweştir û kêrdartir bibe”. Li gorî hin çavkaniyan Wilhelm Kiesewetter çar tabloyên bi motîvên kurdî çêkiriye. Rojnameke ku li bajarê Lundê derdikeve dema qala kurdan dike, dibêje ku Kiesewetter herweha “...portreyên çend serekeşîrên wan çêkiriye”. Ev peyva “çend” tê wateya ku Kiesewetter hin portreyên kurdên li dora Agiriyê dîsa efirandiye. Kiesewetter bi plastîk modelê konekî kurd jî çêkiriye.
Kiesewetter ji bo karê xwe bi awakî profesyonel bimeşîne, di sala 1850 an de li bajarê Lundê (li Swêdê) katalogekî berhemên xwe wek pirtûkekê weşandiye. Wî nimreyek daye her berhemê û wan berheman bi tekstên kurt dide nasîn. Bêgûman çavkaniyeke wiha rehetîke mezin dide temaşevan û hunerhezan, ew êdî zanin ew ê li çi mêze bikin. Kiesewetter di rûpelên 30-31an de jî tabloya serekeşîrê kurd dide nasîn. Herweha bi kurtî qala kurdan û jîyana wan jî dike. Beşa bi nimreya 16an ji kurdan re hatiye veqetandin. Ev katalog ji 80 rûpelan pêk hatiye, bê wêne hatiye weşandin. Ev yek nayê wê wateyê ku piştî çapa vê katalogê (1850) hin berhemên Kiesewetter yên li ser kurdan di salên din de nehatine nîşandan. Di destê me de agahiyên tam tunin. Di hin nivîs û îlanên ku di çapemeniya swêdî de derketine (1850-1853) navê kurdan jî derbas dibe. Rojname gelek caran kurdên herêmê wek ”Kurdên li dora Çîyayê Agiriyê” (Kurder vid Ararat) dinavînin.
Piraniya berhemên Kiesewetter îro di Mûzeya Çandên Ewrûpayê de (Museum Europäischen Kulturen) li Berlînê tên parastin û bi pêşangehan, lêkolîn û çalakiyên din ji nifşên nû re tên nîşandan. Li gorî çavkaniyan qasî 161 berhemên Kiesewetter hatine rojên îroyîn. Ji van 4 tablo û modelekî konê kurdan niha di Mûzeya Çandên Ewrûpayê de ne. Kopîyake tabloya vî serekeşîrê kurd li hêla Agiriyê min ji vê mûzeyê peyda kir.
Kiesewetter wek hunermend û wênesazekî hatiye nasîn. Lê etnografiyayê jî gelek bala wî kişandiye, wek mînak dema li Swêdê û Qefqasê maye gelek hewl daye ji bo gel û çandên van herêman nas bike. Paşê wî ev hemû mijar di berhemên xwe yê hunerî de wek motîv bi kar aniye. Mirov dikare berhemên wî yên li ser kurdan jî di vê çarçovê de binirxîne. Li gorî agahiyên rojnameyên van salan Kiesewetter pêşî xwestiye pêşangeha xwe wek ”Mûzeya Rohilatê ya Kiesewetter” (Kiesewetters Orientaliska Konstkabinett) binavîne, lê paşê çapemeniyê êdî navê ”Mûzeya Etnografîyê ya Kiesewetter”
(Kiesewetters Ethnografiska Museum) bi kar aniye. Bi kurtî wî xwestiye sînorên huner, wênesaziyê û etnografyayê nêzîktir yan jî van sînorên heyî rengîntir bike. Kiesewetter di sala 1853an de vedigere welatê xwe Almanyê (Berlin). Ew li wir jî vala namîne, li bajarên Hamburg, Altona, Hannover û cîhen din pêşangehan vedike, konferansan di derbarê ger û hunera xwe de pêşkêş dike. Çavkaniyên alman dikarin agahî û zanyariyên nû û fireh pêşkêşî me bikin. Ev yeka jî dikare mijara lêkolîneke din pêk tîne.[1]