Kemal Tolan berhevkarekî zargotina êzdiyan e ku di 5 çiriya pêşîn a 1955an de li gundê Şimzê ji diya xwe re çêbûye.
Dema ku Kemal Tolan di sala 28.09.1968 de xwandina sereke li gundê Şimzê qedandîye, hingê birayên wî hatibûne Almanya rojava û ew î bi xêra keda wan birayên xwe dikaribûm dibistana navîn li bajarokê Qubînê-Bişerî yê bixwîne.
Di van salan de rewşa xwandina zarokên Êzdiyan gelekî çetîn bû. Dewleta Tirkan û olperestên Kurdan ti mafê azadî û baweriya Êzdîyan nas nedikirin. Lewma jî gelek neheqî li zarokên Êzdiyan dibû û ji ber vê zilma wan gelek hevalên wî yên Êzdî dev ji xwandina xwe berdan e. Lê Kemal Tolan her zahmetî da ber çavan û di nava sê salan (1970-1973) de xwandina xwe ya dibistana navîn li Qubînê xelaskiriye. Dûre Kemal Tolan fêhmkirîye ku, ew ji ber neheqîya dînî nikare li vê herêma wîlayeta Sêêrtê de biçe xwandina xwe berdewam bikim. Lewma jî Kemal Tolan ji wê herêmê derdikeve û diçe bajarê Wêranşarê-Riha. Kemal Tolan li Wêranşarê xwandina xwe ya Lîsa (Gymnasium) di sala 1973- 1976 de qedandîye û di eynî salê de jî hatiye Almanya rojava.
Dema Kemal Tolan di sala 1976 de li bajarê Celle`ê de bicîhbûye pê ve, ew î û çend hevalên xwe fahmkiribûn ku niha li diyaspora yê hewqasî bandora zilma dagirkirên ku çanda me qedexekirine tûne. Ewan dikaribûn ji van derfetên ku hene xwe birêxistin bikin. Lewma jî hingê ew î û hevalên xwe li dijî xwe nenasîn û jiyana feodalîzma welatê xwe, ya ku karkerên Êzdiyan li Almaniya yê jî berdewam dikirin derketin û ewan “Komela Karkerên ji Tirkiyê hatine” li bajarê Celle damzirandine. Ji xwe kesên ku Kemal Tolan nasdikin, ew jî dizanin ji ber vê berxwedana Kemal Tolan, hinek astengî di nav civaka Êzdîyan de ji bo Kemal Tolan derketin û Kemal Tolan mecbûrbûye ji bajarê Celle`ê derkeve.
Gava mala Kemal Tolan hatiye bajarê Oldenburg`ê, Kemal Tolan weke gelek endamên Komelên Karkerên Demokratên Kurdistan li Almanya (1979)-KKDK yê, xwe bi xêra kovar, pirtûkên Kurdî û bi taybetî jî kovara ARMANC fêrî xwandin û nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî kiriye. Her weha ji bo ku Kurd-Êzdî jî bikaribin dahin-standinên xwe, yên bi nivşên xwe yî nû re zêdebikin, dînhebandina Êzdiyan zeximbikin û xwe bi rêxistin bikin; Kemal Tolan bi gelek rêxistin, sazî û partiyên Alman”Diakonî, AWO, DKP, SPD û hwd.” û xerîbên li bajarê Oldenburg`ê re xabatkiriye. Pişt re Kemal Tolan pêşîn tenê bi ciwanên malbata xwe re, civînên xwenasînê çêkirine û di pey ra jî tevî çend endamên malbata xwe û hinek kesên malbatên Êzdî, di 31.10.1993 de “Komela Çandê dîne Êzdî- KÇDÊ“ damzirandine. Ji xwe hingê piraniya Êzdiyan bi hemd anjî ji ber nezanîna xwe ev birêxistbûna piçûk didîtine û ji KÇDÊ `ê re digotine,”Komela Mala Eliyê Eyşê(ev navê binehatiya malbata Kemal Tolan e) û hwd.” Lê me birêvebirên KÇDÊ tevî hemû zahmetiyan jî Kovara Dengê Êzdiyan (KDÊ) ji bo nasîna Çand e û ola Êzdî bi ked derxistine.
Kemal Tolan ji sala 1995 heya 2008 weke dozent û dîrektorê kursa fêrbûna zimanê Almanî, ders daye ber xerîbên ku li kampa bajarê Oldenburg ê diman. Kemal Tolan dîploma xwe ya ji bo perwerdekirina bi zimanê Almanî ji Goethe Înstîtuta Münchenê girtiye. Kemal Tolan ji bo prewerdekarekî zimanê Almanî, kaset û kitêbeke bi navê ”Bi xêra dialoga fêrbûna zimanê almanî hesantir dibe” bi zimanê almanî weşandiye.
Kemal Tolan di destpêka sala 1997an de qurseke fêrbûna axaftin, xwandin û nivîsandina bi kurdî li bajarê Oldenburgê vekiriye.
Kemal Tolan bi fikra xwe tenê ”Weşanxana DENGÊ ÊZİDİYAN (WDÊ)” afirandiye û di sala 2000î de li goriya derfetên xwe pirtûka xwe “Hebûn û tûnebûna êzdiyan tev romanên zindî ne” bi zimanê kurdî (kurmancî) li ser navê weşanên “Dengê Êzîdiyan” li çapxana “Druckzentrum der Carl von Ossietzky Universität Oldenburg weşandiye.
Dûre Kemal Tolan neçarbûye ji ber hinek pirsgirêkên tendûristî û nêrînên xwe yên cûde dev ji piştevaniya KÇDÊ û WDÊ `ê berde.
Ew ji wê rojê û heta îro hêjî, ne siyasetmendar, birêvebirê tu rêxistin, saziyên ol, mal, komel û medyayeke civaka Êzdî ye. Karê Kemal Tolan tenê bûye berhevkirina zargotin, lêkolînkirin û nasandina ola Êzdîtiyê . Her weha ji wê roja ku Kemal Tolan dest bi vî karî kiriye, ew î nerînên xwe ji xeynî bizimanê Kurdî pê ve, wekî dinê bi tu zimanekî xerîb pêşkêşî raya giştî nekiriye . Tiştê ku ji Kemal Tolan hatiye, ew î heta niha ev mafê bawerî û netewa xwe parastiye. Kemal Tolan heta niha ji bo ku Êzdî jî bikaribin kevneşopên ol û netewa xwe nasbikin, xwe bi rêxistin bikin, gelek gotar û lêkolîn nivîsandine û ev tevjî di gelek malper, rojname û kovarên Kurd û Êzdiyan de weşandine.
Kemal Tolan bavê pênc zarokan e û hêjî li bajarê Oldenburgê dijî.
Berhemên çapkir
1.Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de- çapa 3, Weşanxana Na- izmir 2021
2.Nasandina kevneşopên Êzdîtiyê I- çapa 2, Weşanxana Na-izmir 2021
3.Nasandina kevneşopên Êzdîtiyê II- çapa 2, Weşanxana Na-izmir 2021
4.Gengeşe û sedemên ku Êzdî bilêv nakin, Weşanxana Na-izmir 2013
5.Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdiyatiyê dikin -, Weşanxana Na 2021 izmir
6.Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan- , Weşanxana Na-2021 izmir
7.Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî- Weşanxana Na-2021- izmir
[1]