Navçeya #Midyad#ê ya parêzgeha #Mêrdînê# ku bi ol, pêkhate, ziman û çandên cuda yek ji navçeyên mînak yên pêkvejiyanê ye li #Bakurê Kurdistanê#. Di demsala havînê de hejmara geştiyaran bo vê navçeyê zêde dibe. Bi taybet beşeke zêde ya welatiyên Suryan ku bi salan in li welatên Ewropa li xeribiyê dijîn serdana navçeyê dikin û 3 mehên betlaneya xwe ya havînê li navçeyê derbas dikin.
Welatiyê Suryan Ercan Methe got Ez bêriya her tiştê vê derê dikim. Ji xwarin, vexwarin heta razana wê jî. Dem zû derbas dibe mirov naxwaze biçe lê neçar e.
Xaniyên dîrokî yên ji kevir û dêrên Midyadê ji cihên sereke yên serdana geştiyarên Suryan in. Wan ji bo mana xwe jî li gor mîmariya navçeyê xanî çêkirine û di dema geşta xwe de wan xaniyan de dimînin.
Welatiyê Suryan Zeki Arsan anî ziman Em sala borî bo betlaneyê hatin vê derê û me ax û welatê xwe gelek eciband. Xezûrê min got em bo betlaneyê xaniyekê çêbikin, me sala borî destpêkir û weke hûn jî dibînin me îsal temam kir.
Hatina geştiyaran di nav dikandar û esnafên navçeyê de jî bûye cihê kêfxweşiyê.
Dikandar Nuri Ergin diyar kir Bi hatina geştiyarên ji derve moralê me xweştir dibe. Kêfa me bi wan tê. Em bi kesên ku tên û diçin derdê xwe parvedikin û behsa bîranînên zarokatiyê dikin.
Li Midyadê weke misilman Kurd, Ereb û Tirk dijîn. Krîstayênên wê jî ji pêkhateyên Sûryan, Ermenî û Keldanî ne. Ji bilî wan beşek Kurdên Êzidî jî li vê navçeyê dijîn. Her ji ber vê taybetmendiya xwe jî Midyad weke bajarê ziman û baweriyan tê binavkirin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,580 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!