Şehîd #Rodî û Perwînê#; du giyan û hevalên canecan, du stêrkên rewnaq, du perperîkên şev-çiraya hestên veşartî, du evîndarên nîvçomayî û du cêwiyên malzaroka çîrokeke evînî ne.
pirtûka Rodî û Perwînê di sala 2021'an de bi amadekariya Aras Hiso û Zîlan Hemo bi navê Komîteya Wêje ya #Rojavayê Kurdistanê# û #weşanên Şilêr# derketiye.
Ev pirtûk qala çîrok, bîranîn û helbestên ku bi pênûsa her du hezkiriyên canecan bixwe nivîsîne, dike. Rodî û Perwînê her du evîndarên mamoste ku bixwe nivîskarên vê pirtûkê ne. Di 5'ê hezîrana 2015'an de gihîştin mirada xwe û bi hev re zewicîn, lê ev kêfxweşiya wan heta bîst rojan dewam nekir û nîvçoyîmayî ma. Mixabin di êvareke xedar de, êşeke reş û giran li eniya vî bajarî hate alandin. Di komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an de, Rodî û Perwînê tevî malbata wan bi dê, xwîşk û birayên xwe ve 6-7 kes bûne qurbanî. Mirada her du hezkiriyan bû paçikek û bi çiqila dara Miştenûrê ve hate girêdan.
Ji ber eleqadariya Rodî û Perwînê bi xwendin û nivîsandinê re, piştî şehadeta wan Aras û Zîlanê nivîsên wan ên ku bi tiliyên wan bixwe hatibûn nivîsîn çi li ser fasbûkê û lênûsan û çi êny di çendeteyên wan de veşartî bûn, kom kirin û di hundirê berhemeke bi navê wan de bi cih kirin. Her wiha hinek kesan piştî şehadeta wan, li ser evîna wan nivîsandibûn, ew jî di hundir pirtûkê de hate bi cih kirin.
Di nav rûpelên vê pirtûkê de ji devê diya perwînê, Medîne Elî wisa dibêje:
''Ez her roja înê serdana keça xwe û zaveyê xwe Rodî dikim, ez ji wan re ji mal gul û rîhanan dibim. Perwîn keça min ya nazik di berbangê de bi dengê azanê re hat dinyayê û bi dengê azana berbangê re jî ji dinyayê çû, ji dunyayê birin, ji min standin.''
Ji helbest, pexşan û bîranên wan ên cihêreng de bêhna hezkirin, wefedarî û dilpakiyê difûre. Wan bi hestên xwe yên nazik û sade qala hemû tiştan bi xweşî û reşyiyên xwe ve kirine.
Daxwaz û xeyalên Rodî û Perwînê ew bû, ku pirtûkxaneyeke kurdî di mala xwe de ava bikin, her di nava xwendin, lêgerîn û hewledanan de bûn ku çawa pirtûkên kurdî pirtir bikin. Şehîd Rodî û Perwînê du evîndarên nûhêlîn bûn, xwestin heta ku bizewicin pirtûkxaneya wan bi pirtûkan temam bibe. Lê ew xeyala wan piştî şehadeta wan pêk hat. Mala ku Rodî û Perwînê tê de zewicî û bi hev şa nebûn niha navê wê malê ku li ser deriyê wî nivîsîye, Pirtûkxaneya Rodî û Perwînê ye.
'' Xewnên me jiyan bikin û ji jiyanê hez bikin''
Piştî ku hûn ji xwendina pirtûkê xelas bin, hûnê bibînin di dawiyê de li ser qaba pirtûkê xwîşka Ş.Perwîn, Zîlan Hemo ji bi her du dilên evîndar wisa nivîsanidye:
ku hezar sal derbas be
Tu têlên porên we spî nabin
Tu qermîçok li ber çavên we zêde nabin
Çîlkek ji eşqa we kêm nabe
Her tiştê we wê weke xwe bimîne
Ji bo we êdî dem tune[1]