NÛDEM - 26 Kovara Hunerî Edebî & Çandî
#Firat CEWERİ# (Chief Editor)
Beybûn
Sweden
1998
Bêguman aborî bingehê jiyanê ye. Aborî 'bingehê azadî û serbixwebûnê ye jî. Ev dikare azadî û serbixwebûna ferdî, organîzasiyonî, an jî dewletî be. Lê gava ferd, organîzasiyon an jî dewlet di warê aborî de serbixwe bin, ew dikarin di warê civakî û fikrî de jî serbixwebûna xwe biparêzin. Scrbixwebûna aborî carinan dikaie bibe bingehê serbixwebûna fikrî jî. Fikrên serbixwe objekriv dibin, objekrivbûna fikran dikare dvatê bi awayekî bi sihet bi pêş de bibe. Herçiqas welatê kurdan di warê aborî de dewlemend be jî, kurd bi xwe ji vê dewlemendiyê bêpar in. Loma jî ew hewcedar in. Xwendeyên kurdan, dezgehên kurdan, panî û rêkxistinên kurdan ku xwesti- ne rewşa kurdan ya civakî, siyasî û aborî biguherin, bi xwe jî feqîr û belengaz bûne, bi xwe jî hewcedar bûne û îro jî hin îstisna ne tê de, dîsan rewş weha ye. Loma jî riştên ku ew dixwazin nikarin bibin serî; kelemên siyasî demekevin pêşberî wan jî kelemên aborî derdikevin. Ger rewşa dezgehên kurdan ya aborî bûya û ger wan bixwesrina wan ê bikarîbûna, qet nebe, di warê kulturî û edebî de gelek ristan bikin. Nebûna pir kanalên radyo û televizyonan, nebûna rojnameyên kurdî yên rojane û nebûna di her şaxî de kovarên kurdî ji ber nebûna îmkanên aborî ye. Di vir de fikir û têgihîşrin jî pêwîst e. Yên hinan jî ev îmkan hene lê nêzîkî vî kari nabin. Ji ber ku di rewşa kurdan ya îroyîn de ev kar serêşiyan bi xwe re tîne.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,211 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!