'Ne'guherîna sedsalekê û Edirne Sükûtunun İç Yüzü
Fahriye Adsay
Celadet Alî Bedirxan û Kamiran Bedirxan du şexsiyetên berbiçav ên siyaset û çanda kurdî ne. Bi hewldan û xebatên xwe yî bo afirandina nasnameyeke kurdî ya netewî tên naskirin. Hê di temenekî pir ciwan de xwedî li mîrata malbata xwe ya siyasî û çandî derketine; berhemdariya xwe ispat kirine. Dema yekem berhema wan a çapkirî, ku em pê dizanin -ger em nameya C. A. Bedirxan a sala 1908an de bo rojnameya Serbestiyê nehesibînin- Edirne Sükûtunun İç Yüzü [Esasê Windakirina Edirneyê] (amad. Metin Yüksel, Avesta, Stenbol, 2009) di sala 1913a de li Stenbolê tê çapkirin, Celadet Alî Bedirxan 20, birayê wî Kamiran Bedirxan hê 17 salî ye. Li gor agahiyên amadekar Metin Yüksel dide, li paşberga vê pirtûkê, ku Abdullah Cevdet pêşgotin jê re nivîsandiye, agahiya 8 pirtûkên wek helbest, pexşan, werger hene ku amade ne bo çapê lê xuya ye ji ber halûmercên wê dewrê ev nehatine çapkirin.
Yekem berhema birayên Bedirxanî
Edirne Sükûtunun İç Yüzü çend meh piştî şerê di navbera devletên balkan û dewleta osmanî (1912-1913) hatiye çapkirin. Ji naverokê tê famkirin, dema Edirne ji aliyê hêzên Bulgaristanê tê dagirkirin, herdu bira li vî bajarî ne, bixwe çavdêriya vê pêvajoyê dikin. Ji ber ku teswîrên wan î derbarê bajêr, xelkê bajêr, pêdeçûna şer de pir bi hurgilî ne. Hêzên leşkerî yên herdu aliyan, bicîkirina hêzên leşkerî, navê tax, kolan û çeperên bajêr yek bi yek didin. Ji pêdiviya xelkê ji derdora bajêr direvin tên nav bajêr bigre heta pêdiviyên tibbî yên li nexweşxaneya bajêr, dikanên vekirî û girtî, telefbûna goşt ji ber tunebûna xwê, xela, zayiat û texrîbatên ji ber şer, derûniya gelê bajêr hemû jî bi zimanekî dilsoj û xembar hatiye nivîsandin; dîroka muhteşem a bajêr jî nehatiye jibîrkirin. Têkçûna bajêr, paytextê demekê yê osmanî, di nav peywenda rewşa siyasî ya dewleta osmanî de tê nirxandin û analîzkirin. Çarîneke Ehmedê Xanî (r.115) ne tê de mirov fam nake ev pirtûk ji aliyê du esilzadeyên kurd hatiye nivîsandin.
Birayên Bedirxanî beriya ku bibin netewperwerên kurd
Balkêşiya vê pirtûkê ji vir tê: ew wêneyê derbarê birayên Bedirxaniyan de ku di bîr û mejiyê me de cî girtiye û wêneyên wan î di vê pirtûkê de qet ne li hev in. An em dikarin bêjin wêneyê wan belkî jî bi saya vê pirtûkê bêtir li ciyê xwe rûdine an beşek ji valahiya biyografiya wan tijî dibe. Bi rastî ew nêrîna qebûlkirî ya derheqê herdu birayan de bi gelemperî ji berhem û xebatên wan î piştî nîvê salên 1920an û 1930an tê. Lê beriya ku dewleta osmanî hilweşe û ew bên sirgunkirin dîtinên wan î siyasî çi bûn? Têkiliya wan a bi dewleta osmanî re û texeyula wan bo kurda di çi çarçoveyê de bû? Heta niha van babetan pir kêm bal kişandine û li ser van zêde tiştek nehatiye gotin. Peşqebûlek rûniştî heye wek ku ew ji dayikbûna xwe ve an ji zarokatiya xwe ve heta koçkirina xwe di nav guherînan re derbas nebûbin.
Di temama pirtûkê de, birayên C. A. û K. Bedirxan li gor nasnameyên osmanî û islamî diaxivin û bi vî çavî li şerê balkan û osmaniyan dinêrîn. Welatê osmanî welatê wan e, Edîrne bajarê wan e û ji bo ihyakirina wan çi ji destê wan tê dikin, dibêjin, li çareseriyan digerin; ji bo windakirina Edîrneyê û elbet halê dewleta osmanî pir xembar in. Rexneyên tûj li berpirs û rayedarên dewletê digrin.
Nivîsên din
Piştî çapa vê pirtûkê di nav salekê de Yekem Şerê Cîhanê dest pê dike. Her du bira ji bo ‘welatê xwe’ bi daxwaza xwe diçin şer. Li gor pêşgotina Yüksel, K. Bedirxan di 1915a de bo şerê Çanakaleyê helbestekê dinivîsîne bi navê “Hilafetin Rehakârlarına” ku bi hestên yekî tirk û misilman hatiye nivîsandin. Sala 1916a de helbestên xwe yî ku bo dilxweşkirina leşkeran û berzkirina islamiyet, xilafet û osmanîtiyê hatine nivîsandin di bin sernavê “Tanin-i Harp” çap kiriye. Ev beşek ji pirtûka Bobi’nin Hatası [Şaşitiya Bobî] ye ku ew jî ji aliyê Metin Yüksel hatiye amadekirin (Avesta, Stenbol, 2011). Beşeke din a vê kitêbê jî “Osmanlı Tayyâreciliğinin İlk Şehidleri İçin Hükümetten Rica” ye. Di 14ê Sibata 1914a de du pîlotên ku balafira wan di sefera ji Stenbolê bo Qahireyê de li Sûriyeyê dikeve xwarê, şehîd dibin. Li ser vê bûyerê C. A. Bedirxan ji xitabî miletê osmanî û hikumetê nivîsekê dinivîsîne. Piştî pesindayina her du pîlotan, Fethî û Sadik beg û qehremaniya wan 12 pêşniyazên wî hene bo hikumetê da ku ji bo ev herdu qehreman neyên jibîrkirin û xatiraya wan her dem zindî bimîne. Du heb ji van, her sal 14ê Sibatê de bibîranîna wan û navê wan bê dayin li ciyê balafira wan ketiye xwarê. Dibe ku ji van pêşniyazên wî ilham hatiye girtin û navê yek ji pîlotan li navçeyeke Muğlayê kirine Fethiye, ku navê “Megri” bûye (pêşgotin, r.8).
Rojnameya Serbestî
Piştî şer C. A. û K. Bedirxan 1918 û 1919a de di rojnameya Serbestiyê de dinivîsînin (agahiyiyê derbarê rojnameya Serbestiyê ji xebata Seîd Veroj ku hê nehatiye çapkirin hatiye wergirtin). Ji nivîsên wan diyar dibe hê ji dewleta osmanî hêvî nehatiye birîn an hilweşîna împaratoriyê nayê pêşbînîkirin. Kurd jî yek ji gelên di bin bana osmanî de tên dîtin û zêdetir dawa mafê wan î çandî tê kirin.
Balkêş e hemû ev nerînên wan bo me pir aşîna ne, wek her tim ber bi guhê me kevin! Piştî ev berhem an nivîsên wan tê xwendin yekser ev pirs tên bîra mirov: gelo di vê sedsala ku bi kuştin, qirkirin û bêrûmetkirina kurdan derbas bû çû, di nav piraniya kurdên bakur de tenê peyva tirkiyewîtî ketiye dewsa osmanîtiyê? gelo çima piştî sedsalan asta daxwaz û talebên kurdên bakur ewqas nizm, îddiyên wan ewqas lawaz in? Fikar û endişeyên siyaseta bakur ya îro çima dişibin yên sed sal berê? Di warê fikrên siyasî de çima kêm tişt guheriye?
Li vir armanc ne ew e ku rexne li birayên Bedirxanî bên girtin an li “kêmasî” an “qisûr”ên wan bigerin. Armanc ew e ku bi riya hin tespît an pirsan heqîqeta derbarê birayên Bedirxanî û êwrên kariyera wan a siyasî bêtir zelal bibe û belkî em ji vir bigihênin hin encaman an belkî wê derfetê bide em li ser geşedan an ‘negeşedan’a hişmendiya xwe ya siyasî bikaribin kûrtir bifikirin. Ger em bînin bîra xwe ku ji pênc damezrênerên Îttihat û Terakiyê sê kes kurd bûn û rola Ziya Gökalp a di sazkirina komarê de ji bîr nekin, atmosfera fikrî û siyasî ya wê demê jî tê famkirin; di nav peywenda siyasî ya sedsal berê de ev çarçoveya siyasî ya herdu birayan jî tê famkirin. Di temenekî ciwan de û di serdemeke ku hemû cîhan serûbino dibû, bingeha fikrên wan dikare bê tehlîlkirin. Em nikarin ji riwangeya îro wan bidarizînin. Jixwe bo xwînerên Basê ne pêwîst e bi dirêjî bê qalkirin ku piştî pratîkên Komara Tirkiyeyê herdu bira ber bi kîjan alî ve çûn û rola wan a di çand û siyaseta kurdî de çi ye.
Destpêka sedsala 20mîn de fikra dewletbûnê
Divê ev jî neyê jibîrkirin ku li derveyî axa osmanî destpêka sedsala bîstemîn de em rastî fikrên radîkaltir jî tên. Atmosfera siyasî ya kurdan tenê ji ya Stenbolê pêk nayê. Malbata Bedirxaniyan bixwe jî ji aliyê fikrî ve ne yekreng in. Kamal Soleimani di gotarekê de (Zarema, hej.9) ji xebata Deniz Ekici neqil dike ku Abdurrahman Bedirxan di rojnameya Kurdistanê hejmara 27a de wisa xitabî kurda dike: “Ey kurdno hemû netewe bo qenciya xwe dixebitin... kurdan her tim xizmeta biyaniyan kirine. We bi salan xizmeta tirkan kirine, çi ket kîsê we? ... Ev şerm e bo kurdan ku bibin xizmetkarê dewleteke zalim ... Em çima di bin hukimdariya tirkan de bimînin ...” Dîsa li gor Kamal Soleimani Abdulrezaq Bedirxan di sala 1912a de li Makûyê bi Simko Şikak re yekem dibistana kurdî vedike, bi rûsan re nav têkiliyê de ye û “daxwaza axê dike. Yek ji stunên stratejiya siyasî ya Bedirxan rizgarkirin û vegirtina hemû axa kurdan bû bêyî ku tecawizî sînorên Îran an Tirkiyeyê bikin” (Soleimanî, Bas, hej.1). Tê zanîn Abdulrezaq B. dû re bi Şêx Mehmûd Berzencî re jî dikeve têkiliyê. Gelo endamên malbatê ewçax têkiliyan bi hev re çawa bû? Çiqas haya wan ji hev hebûn û derfetên ku li hev bandor bikin çiqas bû? Gelo herdu bira ji tevgera Simko çiqas hayedar bûn, derbarê wê de helwesteke wan hebû an na? An gelo bêtir mekanê ew lê dijiyan çarçoveya fikrên wan diyar dikir? Sedem her çi be ev di nav kurdan de wek fikreke marjînal maye.
Ji sedsalan vir de li bakur hişmendiya kurdayetiyê çiqas guheriye?
Em vegerin ser rewşa kurdên bakur –an Stenbol!? ku rewşenbîr û rêxistinên ku berê siyaseta kurdên bakur diyar kirine bi gelemperî li vir bûn. Şarezayên siyasetê dibêjin hevîrê afirîneriya nasnameya siyasî bîra civakî ye. Lewra Anthony D. Smith dibêje rewşenbîr û serkêşên ku dixwazin nasnameyeke netewî biafirînin di eslê xwe arkeologên siyasî ne. Wek arkeologan bi sebir bîra civakî dikolin û keresteyên nasnameyeke siyasî ji mehzena bîrê derdixin. Ji dema xortaniya birayên Bedirxaniyan sedsal derbas bûye ku bîreke tijî pratîkên tunekirin û qirkirinê li pey xwe hiştiye. Lê îro jî siyaseta serdest a li bakur hê hêviya xwe ji tirkiyewitiyê nebiriye. Daxwaza serweriya li ser axa xwe nake, modela serweriyê her çi be. Bi ser de dikare neparçekirina ‘welatê Tirkiyeyê’ jixwe re bike armanc. Partiyek wek HDP ku, rayedarên wê her çi bêjin jî, li ser windayên Kurdistanê ava bûye û enerjiya ku wê li ser piya dihêle -an dihişt!?- mexduriyeta sî û sê salên dawî ye. Digel vê nêzî nîvê parlamenterên wê tirk in û baş tê zanîn ku ew ne telebeyên İsmail Beşikçi ne!
Tam sed û yek sal piştî şehîdbûna du pîlotên tirk li Sûriyê, vê carê li Konyayê balafireke leşkerî F-4 kete xwarê û dîsa du pîlot şehîd bûn. Li parlamentoya Enqereyê kesê zêdetir li ber wan ket, qiyamet rakir û tundtirîn bertek nîşan da, dawa hesabpirsînê, lepirsînê ji hukimetê kir parlamenterekî kurd bû. Ew yek ji siyasetmedarên ku sê caran bi rayên kurda bûbû parlamenter û beriya wê jî wek parêzerekî mafê kurda dihat naskirin û niha siyaseta tirkiyewitiyê temsîl dike, Hasip Kaplan bû. Sal 2017, hê salek! di ser şerê xendekan û wêranbûna bajarên kurdayetî temsîl dikirin, koçberbûna bi sedhezaran şêniyên wan re derbas nebûye. Li parlamentoya Tirkiyeyê herî zêde HDP bang dike “em nahêlin hûn Tirkiyeyê parçe bikin.” Tişta balkêştir, vê ji MHPê, partiya tirkên nijadperest re jî ji AKPê re jî ku 15 sal e desthilatdar e, dibêje. Îro diviyabû piştî qirkirinên Koçgirî, Şêx Seîd, Çiyayê Agiriyê, Dêrsim û Şex Riza, hepsa Diyarbekir, marjinalbûna ziman û çanda kurdî, wêraniya salên 90î, 2015-16, kurdên sala 2017 ne wek ên sedsal berê bûna. Gelo yek ji sedeman navendîbûna bajarên Stenbol û Enqereyê bixwe ne di siyaset û rewşenbiriya kurd de? An em bo dawa mafên xwe yî netewî pir dereng mane?.. [1]