MELA NÛRULLAHÊ GODIŞKÎ Û DÎWANA WÎ
Nesim SÖNMEZ
KURTE
Edebîyata kurdî ya klasîk xwedîyê xezîneyeka gelek dewlemend e. Berhemên ku di vî warî da hatinê nivîsîn roj bi roj bi xebatên pisporên qadê ji quncikên tarî têne derxistin û li ser wan, ji alîyê vekoleran ve curbicur vekolîn têne kirin û ew, ji nû ve di nav edebîyat klasîk da cihê xwe digirin.
Edebîyata kurdî ya klasîk, bi kevneşopîya xwe ya kûr xwedîyê bi sedan berheman e ku ev berhem bi piranî îro di pirtûkxaneyên destxetan da yan jî di quncikên medreseyan û di pirtûkxaneyên taybet yên şêx û mela yan jî warisên wan da wekî destxet li bendê ne ku ew, bêne kifşkirin, li ser wan xebat bê kirin û di nava edebîyata kurdî ya klasîk da cihê xwe yê nû bigirin. Ji van berheman yek jî dîwana Mela Nûrullahê Godişkî ye ku hetanî roja îro wekî destxet maye û bi awayekî akademîk li ser wê xebat nehatine kirin. Mela Nûrullahî, di sala 1918an da hatîye dinê û di sala 2003yan da jî wefat kirîye û wî li pişt xwe gelek berhem hiştine û ji wan berheman yek jî dîwana wî ye. Em dê di vê vekolînê da di derheqê jîyan û berhemên Godişkî da agahîyên tekûz bidin û bi berfirehî dîwana wî binirxînin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=528722&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin MELA NÛRULLAHÊ GODIŞKÎ Û DÎWANA WÎ=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,799 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!