EZÎZÊ ZÎYO ALI BEDIRXAN
nivîskar, rewşenbîr û karsazeke kurd e..
ezîzê ziyo bedirxan yek ji wan kurdan e ku malbata wan sala 1944ê bi fermana stalîn ji gurcistanê ber bi kazakîstanê ve hatine sirgunkirin.
ezîzê ziyo bedirxanê ku salên dûvedirêj bi kar û barên kurdên kazakistanê re radibe, li moskovayê ligel gellek rewşenbîr û akademîsyenên wekî mihemedê silo babayev, nadir nadirov, kinyazê îbrahîm, yûra nebiyev, mihemedê mecîd, wekîl mûstafayev, şerefê eşîr û îşxanê aslan beşdarî gelek çalakî, konferans û semîneran li ser kurdan bûye û hewl daye ku kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa.
her wiha ezîzê ziyo gelek caran li kazakistanê gund bi gund geriya ye û ji malbatên kurd xwestiye ku pasaportên dewletên jê hatine biçirînin bavêjin û ji dewleta kazakîstanê bixwazin ku di pasaportên wan de 'kurd' binivîsin. bi saya serê vê xebata wî bi sedan kes pasaportên xwe nû kirin ku tê de kurd hatiye nivîsandin.
bavê ezîz, zîyoyê bedirxan beşdarî şerê cîhanê yê duyemîn kiriye û di nava artêşa sor a sovyeta sosyalîst de heta berlînê çûye û li dijî hîtler şer kiriye. apê ziyo di şer de birîndar dibe û birayekî wî jî ji şer venagere.
Le 22ê Cotmeha 2021an di Konferansa Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê de, Ezîzê Ziyo Bedirxan dengê piraniya endamên konferansê wergirt û wek Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang) hat hilbijartin.
Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ku wek Berbang tê naskirin, îro li bajarê Alma Ata ya Qazaxistanê konferansa xwe saz kir. Konferans di jêr navê Konferansa hesavdayînê û hilbijartinê ya Yekitîya Kurdên Qazaxistanê Berbang hat lidarxistin û tê de, Ezîzê Ziyo Bedirxanî wek serokê nû yê wê yekîtiyê hat hilbijartin.
Ezîzê Zîyo Bedirxan sala 1953an li bajarê Qazaxistanê Alma Atayê hatiye dinyayê. Malbata wî sala 1944-an ji Gurcistanê ji herêma Axiskayê ber bi Asyaya Navîn ve hatiye sirgûnkirin. Koka malbata wî ji Cizîra Botan e. Weke Ezîzê Ziyo bi xwe dibêje, ew ji binemala Bedirxaniyan in.
Ezîzê Zîyo Bedirxan di nava diyasporaya kurdên Sovyetê de weke karsaz, nivîskar û çalakvanekî civakê tê naskirin.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê roleke çalak di rêxistinkirina diyasporaya kurdan lîstiye û sala 1992-an bûye yekemîn Serokê ê Yekîştiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê.
Piştî Ezîzê Zîyo, rewşenbîrên navdar ên mîna Bedirê Mûsa û Nadirê Kerem Nadirov û Knyazê Îbrahîm serokatiya Berbangê kirine.[1]