Abdulla Peşêw rizgarkerê dawî yê helbesta Kurdî
Zülküf Ergün
Peşêw yek ji stûnên dîyar ên helbesta kurdî ye û ji bo têgihîştina helbesta kurdî nasîna wî pêwîstîyek e. Lê Peşêw ne tenê bi hunera xwe, bi helwesta xwe ya ronakbîrane jî xwedî pêgeheke giring e. Ji ber vê ye ku wek siwarçakekî meydana kurdayetîyê li ser tixûbên herî berfireh ên huner û ronakbîrîyê hespê xwe dibezîne û navê xwe li tenişt navên Xanî û Hacî dikole.
Lê ev tenê alîyekî wî ye, bi alîyekî xwe yê din jî noqarekî wêrek ê deryaya evînê ye ku dersa xwe ji Cizîrî û Nalî wergirtîye û hevîrê wan bi hevêyna serdema modern straye. Ji vî alîyî ve Peşêw hem dibe dengekî zelal ê nasnameya me, hem jî birçîbûna ciwanîperestîya me bi gotinên xwe yên sêhrawî têr dike. Bi vê dubaskîyê ne êşên takekesî di nav derdên nasnameya neteweyî da ji bîr dike, ne jî di nav gerîneka fikarên takekesî da xema hevbeş paşguh dike.
Ev monografîya li ber destê we yekem xebat e ku li Bakurê li ser Peşêwî hatîye nivîsîn û em hêvî dikin rê li ber xwendevanên bakurî veke da ku “Peşêwê Mezin” baştir binasin û li ser dika wî ya bilind destê xwe dirêjî berên edebîyata kurdî ya paşerojê bikin. Lewra nifşên îro û paşerojê bê xwendina Peşêwî û bê ku haya wan ji hunera wî ya bilind hebe dê nikaribin “alaya kelamê mewzûn” li ser banên bilindtir biçikînin.
Lewra Peşêwî asta hunera helbesta kurdî berz kirîye û her kesê ku vê astê fam neke û negihîje pê dê nikaribe cihekî resen ji xwe ra peyda bike. Jixwe nerîta edebî ji hilmijîna pêşîyan û hewla xwerizgarkirina ji bin sîbera bavên kanonîk wêdetir çi ye? Hilmijîna Peşêw asta şagirdîya nişfên îro dê bilindtir bike û ji bo peydakirina deng û rengê wan dê ji wan ra bibe çavkanîya îlhamê.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,361 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!