İkram Oğuz (bixwîne: Îkram Oẍuz) nivîskarekî kurd e ku di sala 1962an de li gundê Xanbegiya Jêrîn a Tatosê ji dayîk bûye. Di pênc salîya xwe da dersa Quranê ji bavê xwe girtîye û di zarokatîya xwe da bi tîpên Erebî Mewlûda Mele Ehmedê Batê û Nûbar a Ehmedê Xanî xwendîye.
Dibistana ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzîromê qedandîye.
Di dema 12ê Îlonê (1980) de hatîye girtin û demek di girtîgehâ Erzirûmê da da ma ye. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Stembolê Fakulteya Aboriyê xilas kirîye. Piştre çend salan li Stembolê di fîrmayeke taybet de wek rêvebir xebitîye.
Bi destpêka sala 1992an da dest bi karê çapemeniyê kirîye. Di nav dameyranêrên Rojnama Azadî da cîh girtîye û wek berpirsîyarê giştî yê weşanan rojname bi rê ve birîye. Wek xedîyê weşanxaneya Deng, ji bilî Rojnama Azadî û Kovara Deng bi dehan pirtûkên bi Kurdî û Tirkî weşandîye. Di navbera salên 1992-94an da ji alî Dadgehên Parastina Dewletê di derheqê wî da bi sedan doz hatine vebûn û di Gulana 1994an da bi girtin û qedexekirina Rojnama Azadî va ew jî sedem hin nivîsên xwe û xwedîtîya rojnamê bi cezayê girtîgehê hatîye sizakirin.
Di dawîya sala 1994an da bi awayekî xeternak derketîye derveyî welat û karên xwe yên siyasî li Ewropayê domandîye. Di dawiya salên 90î de dest ji siyaseta hizbî berdaye û di fîrmayeke taybet de wek rêvebir xebitîye.
Di sala 2004an bi hinek hevalên xwe ra malpera navkurd.eu damezrandîye. Ji wê demê û vir de berpirsiyartiya malperê dike û di malperê de bi kurdî dinivîsîne.[1]