Werin em bi hev re cihên herî xweşik di nav erdnîgariya kurdistanê de nas bikin. Werin em bi hev re li deşt û newalên kurdistanê yeko yeko bigerin û nas bikin ka çiqasî ev ax bi xêr û bereketa xwe zengîn e. û werin em li nav cihên xwe yên dîrok bigerin, li qulik û qewêlên xwe yên bi salan ji bîr kirî bi hev re nas bikin. Werin em paytexa dilan nas bikin.
Ey paytexa vê xaka pîroz te çiqas êş, jan û keser di hemêza xwe ya melesî de ji bîr kir. Dîrok di nava dilê te de veşartî ye, tu çiqas melûl bî jî ewqas serbilindî. Xwediyê bedena çarderî ku bi kevirên reş xemilandî. Xwediyê êş û hesreta salan vaye em hatin te bibînin paytexta dilan. Bajarê xwediyê dîroka 7 hezar salî, xwediyê nirxên pîroz û wargeha şaristaniyan, rawestgeha karwanan û stareya mirovahiyê ye.
Dema ku em bêjin Amed, helbet wê sûrê wê werin bîra me. Kesên nû diçin Amedê jî, yekser berê xwe didin nav sûrên wê. Em ê ji bajarê Ameda rengîn bi hev re li ser sûrên wê yên serhildêr ku her tim bi rûyekî bilind dikene nas bikin. Hîna jî gul û rîhanên rengîn li ser wan sûrên kevirî bi bêhn û xweş in. Hîna jî kevirên mertalî diparêzin rûmeta bajêr.
Sûrên Amedê ya ku 5 kîlometre û nîv dirêj in, piştî sûrên çînê duyemîn sûrên dirêj a cîhanê ye. Piştî ku bajarê Amedê li ber çemê Dijleyê tê ava kirin. Ji bo ku gelê bajarê ji êrîş û sitemkaran biparêsin ev sûr tê ava kirin. Piştî ku ev sûr tê ava kirin sîstema xwe yê parastinê bi rêk û pêk çêdikin. Ev bajarê serhildêr di her êrîşeke li dijî xweşikiya Amedê de bûye mertal.
Ji aliyê ketina nav sûrê ve çarî hene û her deriyek ji hêleke bingehîn ve vedibe. Deriyê çiya, deriyê Riha, deriya mêrdînê û deriya nû. Piştî ku bajar mezin dibe, hin deriyên din jî tê re têne vekirin. Di van salên dawî de deriya Çiya bi navê qada Şêx Seîd hatiye binav kirin, lewma jî li gorî rîwateyan tê gotin ku Şêx Seîd li wê qadê hatiye bi dar ve kirin û gora wî jî li wir bûye.
Bilindahiya dîwarê sûrê 12 metre ye. Firehiya dîwarê wê jî di navbera 3-5 metreyan de ye. Sûrên Amedê du kelehên wê hene, kelha hundir û ya derve. Aliyê kehla hundir de 16 birc hene, bi tevahî ji 83 bircan hatine xemilandin û xweşikirin. Ji wan bircan; birca Benûsen, birca heft birayan û birca keçîn. Her yek ji wan dîmenekî pir xweşik didin bajêr. Kevirên ku pê dîwarê sûrê hatine bilindkirin ji çiyayê şewitî ya Qerjdaxê hatine anîn û yek bi yek bi kedeke mezin hatine hûnandin û xemilandin. Welatiyên Amedê ji van sûran re dibêjin Beden.
Dîroka sûrên Amedê ji gelek mêj ve ye ku vedigere 3-4 hezar salan. Bi ihtîmaleke mezin dîroka vê sûrê vedigere dema gelên Hûrî û Mîtaniyan. Her wiha di derbarê çêkirin û bilindtkirina sûran de hin çavkaniyên dîrokî dibêjin ku sûrên Amedê ji aliyê Impetoriya Romayê ve hatine ava kirin.
Her wiha di nav çavkaniyên dîrokî de tê gotin ku pişt zayînê di sala 349'an de sûrên Amedê ji aliyê Bîzansê ve ji nû ve hatiye ava kirin. Piştre bajar hêdî hêdî mezin dibe, her serdestekî hatiye li gorî serdemên xwe tiştne nû lê zêde kirine.
Li ser sûrên Amedê sekil û rengên cur be cur hene, şeklê sûrê wekî masiya qalqanê ye. Di her kolaneke wê de şeklekî eserî bi mîmariya hunerî ve hatiye hûnandin. Li ser bircên wê şeklên lawir û gerestêrkên mîna; tav, strêk, piling, şêr, qertal,dûpiş, hesp, çek û hwd hatine neqişkirin.
Sûrên Amedê hîn jî bi heybeta xwe li ser piyan e. Bi dîrok û jiyana xwe ve xwedî cihekî taybet e. Ev yek ji bo gelê kurd û kurdistanê xwedî heman wateyê ye. Ev sûr bi dîwar û bilindahiyên xwe wekî parçeyekî ji nasnameya Mezopotamiyayê tê nas kirin. Belê Sûrên Amedê xwediyên çîrokên hezarên salan, wargeha çand û baweriyên gelan careke din bi şopên jiyanê re eşqin dide û di rûyê cîhanê de bi hezkirin dibiriqe.[1]