Koçberên #Efrîn#ê yên li herêma Şahba diyar kirin ku armanca hikumeta Şamê ji girankirina ambargoya li ser gelê Şehba, têkbirina îradeya gel e û dan zanîn ku siyeseta ku hikumeta Şamê dimeşîne ji bo dagîrkirina xaka Sûrî dibe piştgirî.
Şehba/Zana Roj
Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta tirkî ya faşist ve ha dagîrkirin, gelê herêmê koçberî herêma Şahba bû. Lê dewleta tirkî ya dagîrker li wir jî, bê navber êrişên xwe yên ser gel bi armanca qirkirina vî gelî berdewam kirin. Herwiha li şûna ku hikumeta Şamê li dijî dagîrkirina tirkî ya li ser xaka sûrî xwedî helwest be û erkê xwe pêk bîne, wê jî gelê koçber xist nava dorpêçekê û ambargoyeke giran danî ser wan. Bi taybetî di vê dema dawî de ku êrişên dewleta tirkî yên ser herêmê zêde bûne, hikumeta Şamê jî ev ambargoya ku 5 sal in dewam dike, girantir kir. Li ser gelê koçber pêwîstiyên pir jiyanî yên weke ard, derman, mazot û kehrebeyê hat qutkirin. Herwiha li dijî polîtikaya dijmirovî ya ku li ser koçberên Şehba tên meşandin ti helwesta saziyên ku qaşo mafê mirovan diparêzên pêş neketine û hêzên navdewletî yên ku li herêmê qaşo ji bo ewleyiya gelê wir bi cih bûyîn jî, bêdengiya xwe heta dawî diparêzin.
Li ser polîtikaya li ser koçberan tê meşandin û siyaseta hikumeta Şamê ya ku ji bo armancên dewleta tirkî dibe piştgirî, gelê Şehba helwest û nêrînên xwe bi rojnameya me re parve kirin.
Endamê komîteya kar û barê civakî ya kantona Efrînê Mihemed Reşîd bal kişand ser dorpêça herêmê ya ku yekser bandora xwe li tevgera gel dike û wiha got: “Hikumeta Şamê ev ne cara yekê ye ku herêma Şehba dorpêç dike, ev 5 sal in herêm dorpêç kiriye. Bi derfetên pir kêm gelê herêmê li vir debara xwe dike. Siyaseta ku hikumeta Şamê li ser gelê Şehba dide meşandin, ji siyaset û planên dewleta tirkî ne qut in. Armanca girankirina ambargoyê bêzarkirina gel e.”
Mihmed di derbarê qutkirina pêwîstiyên bingehî yên gel de wiha axivî: “Ev mehek e hikumeta Şamê nahêle ku mazot, gaz, ard û pêwîstiyên lojistîk derbasî herêmê bibin. Ev yek jî bi awayekî neyînî li ser gel û herêmê bandorê dike û di encamê de nan nayê çêkirin, kehrebe tê qutkirin û di heman demê de çûnhatin gelek zehmet dibe. Herwiha ji bo ev alavên bingehî derbasî herêmê bibin, pacên gelek mezin tên xwastin.”
Mihemed bal kişand ser îradeya gel ya ku nayê teslimgirtin û wiha got: “Digel ku gelê herêmê di rewşeke pir zehmet de ye jî, ti carî dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Di encamê de dijminê gelê Kurd çi dike bila bike, nikare bi van siyasetên bêexlaq îradeya me ya têkoşînê bişkîne.”
Bêrîvan Hesen jî siyaseta hikumeta Şamê ya ku li ser Şehbayê dide meşandin wiha nirxand: “Ev ambargoya ku her dem li ser me datînin dibe sedem ku kêmayî di aliyê derman û alavên nexwaşxaneyê de derdikevin. Weke ku tê zanîn di gîştî herêmê de tenê yek nexwaşxane heye, em hewil didin ku ji gel re bibin cihê çareseriyê. Lêbelê hin nexweşî hene weke şûştina gurçikan, nexwaşiya kezebê û felcbûnê gelek giran in û dermanên taybet ji bo tedewiya wan lazim in. Li hemberî van pêwîstiyan hikumeta Şamê rê nade ku nexwaş derbasî bajarê Helebê bibin, herwiha derbasbûna derman qedexe kiriye. Ev tê wateya ku dixwaze gelê herêmê di nava çembera ambargoyê de bifetisine û bêçare bihêle.”
Birîvan Hesen di dawiya axiftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku li dijî van sûcan erkê xwe pêk binin.[1]