CEJNA XAWENKAR
Lêkolîn û nivîs: #Qendîl Şeyxbizînî#
Cajna Xawenkar yan jî Xawendgarê sereketirîn cejn û yek ji cejnên Kurdên Yarsanî ye ku dikeve çileya payîzê, Ji 12ê spêde “2, 29, 30ê oktoberê” rojî girtina Merrnûyê ye û di 15ê mehê dibe cejan Xawenkar. Pêjandina dîk, nanê Kurdî, birin û amadehiya henarê, dabên sereke ya wê cejnê ye. Kurdên Yarsanî her sal vê cejna kevnar û pîroz, pîroz dikin, li her gund û bajarên Kurdên Yarsanî lê heyî, ew cejn birêve diçe bi gelek bone û dabên cur bi cur ku cejna bîranîna Sultan Sahak û yarên wî ye di şer, birçîbûn û berxwedanê. Taybetmendiya wê cejnê ew e ku cejna serkeftin û ronahiyê ye bi ser tarîtî û dijmin de. Cejna Xawenkar û dînê Kurdên Yarsanî, kûrahî û meziniya dîrok û nasnameya Kurdî ya kevnar dide şan û stûneke mezin a Kurdînînî ye. Çavkaniya zagon û ramana dînî ya Yarî digehe Merrnûyê û çarçoveya xwe ji wir digire. Wê demê Xawenkar dibe têgeheke nû û jiyanê rengal dike û hewl dide heqîqetê fam bike. Hebûna Yarsan bi vê bûyerê hat îspatkirin û Sultan Sahak û hevalên wî li Perdîwara Hewramanê rêzikên dînî yên Yarsan amade kirin. Yanî piştî bûyera “Mernû”yê, jiyana civakî ya civaka Yarsan guherî û rengê xwe girt. Sah Sahak yekemîn makaqanûna xwe dinivîse û di cejna Xawenkarê de dibêje:
Rukin we defter, rukin we defter
Rukin îy tarîx, biniwîs we defter
Ney çiley tawsan, yerê ro sebt ker
Mang û dillî ras, duwazdey sifîd per
Yerê roy yaran, çêgam bî we ferr
‘Eyd û padşahîm, duhem daş eser.
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=556024&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin CEJNA XAWENKAR=KTML_Link_External_End=
[1]