GENERAL ÎHSAN NURÎ PAŞA
Qertelê Ararat - Rêberê Efsanewî yê Kurd
Z: 1892 – M: 25ê Adarê, 1976 Îhsan Nûrî Paşa
Di sala 1893`an de wek zarokê malbatê ke ronakbîr û xwenda, li Bedlîsê hatiye dinyayê.
Li Stenbolê dibistana Leşkerî ya`` Harbiye`` û li Erzînganê Dibistana Leşkerî `` Rüştiye`` qedandiye û di artêşa osmanî de bû Serbaz.
Di nav gel de bi navê “Qertalê Araratê” tê naskirin.
Îhsan Nûrî Paşa, yek ji serokên Organa Kurdî ya Xoybûnê ye, rêveberîya Vejîna Çiyayê Araratê kiriye.
Di 9’ê Gulana 1928’an de ji bo şikandina Berxwedana Çiyayê Araratê dewleta Tirk a dagirker- qetil, gelek pêşniyar pêşkêşî Îhsan Nûrî Paşa kir.
Îhsan Nûrî Paşa, tu teklîfeke şexsî qebûl nekir.
“Dewlet ji bo bextewariya we ji her tiştî re amade ye... Bila, hûn kîjan welatî dixwazin, emê we li wir tayîn bikin. Pasaport û meaşê xwe bistînin.”
Bersiva Îhsan Nûrî Paşa:
“Bi soza pere û meqamê serlêdana kesên cihêreng bêkêr e. Pirsgirêk ne pirsgirêkek şexsî ye, pirsgirêkek Netewîye.”
Îhsan Nûrî Paşa yek ji pêşengên Cemiyeta Xoybûnê ye û di heman demê de Rêberê Vejîna Êş (1926-1930) ya Agirîyê ye.
Di 25’ê Adara 1976’an de li bajarê Tehranê yê Îranê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve bi motosîkletê hat lê xistin, bi xayintî hate qetîlkirin.
Îhsan Nurî Paşa dibêje;
“Kurd di şeran de qet li hejmara xwe nanêrin.
Ger Kurd ji dil şer bikin, îxanetê li hev nekin.
Ger alîkariya dijminên, gelê xwe nekin,
Tu kes nikare li hember Kurdan serbikeve.[1]